NAVENDA NÛÇEYAN –
Erê, ew niha 9 kes bûn. Lê belê baweriya gerîla ya xurt, vîna wî ya wekî zinaran û dilê wî yê pola têra berxwedana him li hemberî artêşa barbar û him jî li hemberî hemû şert û mercên jiyanê yên xirab û dijwar dikir. Jixwe dijmin jî ji vê ditirsiya. Ew li dûrî deriyê mezin bi cih bûbû. Êrîşên dijminî û berxwedana gerîla heta 3 ê Îlonê dom kiribû.
Dijminî êdî deriyê mezin yê tûnêla şer xistibû di bin kontrola xwe de. Ji ber ku bi teqemeniyên li deriyê balkonê re nedikarî encamê bigire, dixwest ku bi bombeyên desta encamê bigire. Lê belê bi vê teqtîkê ji nedikarî tiştekê bi dest bixe. Dema dihat hinda çeperan, banga teslîmbûnê dikir. Armanca leşkeran ew bû ku bi axaftinê bala gerîla bikişînin li ser tiştinê din û di heman demê de bombeyan bavêjine wan.
Bangên “Radestbûnê”
Niha bi awayekî sîstematîk li cihên ku çeper lê bûn teqandin pêk dianîn. Ji ber vê yekê mirov nedikarî bû zêde nêzîk bibe. Her wiha bêhtir bi fuzeyan li çeperên gerîla dixistin. Ji ber ku li aliyê çeperê herikîna hewayê berû derve bû, hemû gaz yan jî çekên kîmyewî yên ku li vê beşê bi kar dianîn, berovajî hêviyên wan, li ser wan de diçû. Ji ber vê yekê êdî nedikarîn gazê li çeperan de bikar bînin. Ev ji bo hêzên gerîla avantajeke mezin bû. Gerîla ji ji deriyê mezin re bi B7 an û bombe avêjan li leşkerên ku li serê gir didan û hewl didan ku nehêlin leşker kozikên xwe çêkin. Gerîla êdî seferber bûbû.
Yek ji dezavantajên sereke yên kozikan ew bû ku ne li pêjberî hevdu bûn û ji ber vê yekê ji nedikarin hevdu biparêzin. Hema bêje hemû çeper li kêleka hev hatibûn çêkirin. Ji ber vê yekê, çepera balkonê ji deriyên din nedihat parastin. Lê belê çêkirina deriyan ji wan re avantajek mezin bû.
Di vê pêvajoyê de bangên “teslîm bibe” zêde dihatin kirin. Carna bi Kurdî diaxivîn, yên Erebî ji diaxivîn di nava wan de hebûn. Cehşên ku perçeyek ji şerê derûnî bûn, dihatin li serê girî, bi dengê bilind dikirin qîr. Kevên balkonê bilind bûn, bi pirranî ji wir diqîriyan. Bersiva gerîla ya li hemberî banga wan ya teslîmbûnê ji ev bû: “Em can fidayên Rêber Apo ne, em ê ti carî teslîm nebin. Em can fida û parêzvanê gelê xwe ne, teslîmiyet xiyanet e.”
Dagirkeran êdî berê
xwe dabû tebeqa binî
Hêzên artêşa Tirk, piştî deriyê kozikê vê carê ji berê xwe dabû deriyê din. Li hemberî vê yekê ji gerîla li deriyê mezin re derketibû û du caran bi B7 ê li lûtkeyê xistibû. Dîsa ji wî derî bi çeka Zagrosê li helîkopterên Kobra xistibûn. Bi van lêdanên bi bandor, dijmin gelekî tirsiya bû û neçar mabû ku di êrîşên li hemberî gerîla de ji haydartir hereket bike. Êdî weke berê nedikarîbû li gorî dilê xwe êrîş bike. Lê belê vê carê ji dijmin segvanên xwe xistibûn di dewrê de û timî kemîn didanîn.
Ji heman derî doçka jî dihat bikaranîn. Botanî digot, hûn li wan nedine ji “berdine” wan. Ji ber ku wî dixwest leşkerên dijminî bêjin “Em li ser wan re ne, çawa hê ji dikarin guleyan berdine me?” Wî dixwest ku dijmin di warê derûnî de rehet nebe. Roja yekem bû ku hatîn tebeqa binî. Hêj ew negihabûn ku çeperên xwe sexelam bikin. Ji ber wê gerîla wê rojê bi dijwarî li dijminî da. Wan destûr nedabûn ku dijmin bi rehetî were li wir bi cih bibe. Niha diviyabû zêdetir hayî ji tebeqa binî hebûna, ji ber wê hejmara zêrevanan li wêdê zêdetir kirin. Dijminî carna hewl dida bi dronê li tebeqa binî bixe. Gerîlayan jî ji vir bênavber gule berdidan neyarî û nedixwestin ku dijmin bêje ew ji wê derê derketîne.
Carekê dîsa kîsên tijî teqemenî bi kendîran daxistibûn ber derî. Tekoşîn hatibû cem Botan û gotibû, “Ev teqemenî pir dûrî derî ye, ji bo ku bandoreke derûnî li me bike, danîne wir.” Paşê çûbû û çend gule berdabûnê, lê ew neteqiya bû. Botanî gotibû, “Niha dema leşkerên neyarî kîsikên xwe hûlê peritandî û tejî lê qul bibînin wê dîn bibin.” Piştî ku Botan çûyî hundir, Tekoşîn û Armanc mabûn li cihê zêrevaniyê. Di zêrevaniya wan de neyarî teqemenî teqandibû.
Delal û Tekosîn
birîndar dibin
Gerîla weke teqtîkeke nû qalikek mîna mirovan çêkirîbûn û kefiyek bi serê wî ve girêdabûn. Dema ku ev qalik ji deriyê mezin derdixistin ji derve, ji aliyê leşkerên Tirk ve dihat gulebarankirin. Dema ku guleyên wan li wan keviran diketin, kevir dikirin qet û ew qet ji li wî qalikî diketin. Rojekê dema Delalê ev qalik derxistî ji derve, dijminî gule li wî qalikî barandibûn û qetek kevir behî bû û li rûyê wê ketibû û ew birîndar kiribû. Botanî bela xwe li wê dabû bi henekî gotibû: “Wey tu jî birîndar bûyî, niha şopa şer li ser rûyê te ji heye, êdî hemû kes dê bizane te ji şer kiriye.” Paşê Delal şandibûn tebeqa nêvê, lê wê her tim digot. “Xwîna min rijaye jêrê, divê ez herim wir.” .
Dema Mizgîn di 11 ê Tebaxê de ji bo kontrolê derketî ji derve, li ber derî çend kîsik dîtin. Leşkeran çeper çêdikirin. Mizgînê, ji bûna fêm bike ka ew kîsik jiber çi li wir in, xwest ji dizî ve wêneyên wan bikişîne. Çawa ew kamera xwe derdixe, segvanek yê dijminî guleyekê li kamera wê dide. Him camera wê dibe qet û wesel û him ji destê wê birîndar dibe. Tekoşîn jî dema bi dûrbînê ji derve dinêrî ji çoka xwe sivik birîndar bûbû. Leşkerên neyarî êdî dixwestin bi segvanan li gerîla bixin. Ji ber vê yekê heke ne mecbûrî bûya, hatibû qedexe kirin gerîla serê xwe derxin ji derve. Êdî ti gerîla wê serê xwe dernexistiya ji derve.
Porê hemû kesî
hate qusandin
Xweşiya tûnêlan ew bû ku her çend pirrê deriyan hatibûn girtin ji, hewa wê qet kêm nedibû. Ji ber vê yekê gaza kîmyewî ya ku ji aliyê dijminî ve dihate bikaranîn, di asta ku dijminî hêvî dikir de bandor nedikir. Birîndarbûyîn bi piranî ji ber teqînan çêdibûn.
Di wê qiyameta şerî de, pirr zehmet bû ku mirov pêdiwiyên xwe yên takekesî pêk bîne. Ji ber vê yekê, ji bo gerîlayên jin ya herî zehmet xwedîkirina pora wan ya dirêj bû. Keziyên wan hema bêje diketin li ser kemaxên wan. Ji ber ku derfetê şuştinê tine bû, êdî pora wan di nav wê tpfana gazê de nedihate şehkirin. Biryara por qusandinê hatibû standin. Zinarîn pêşî qane nebûbû, lê paşê wê ji biryar da ku pora xwe jê bike. Ji bû jêkirina porê, diviya bû hinek ji berberiyê piçekê fêm bikiran hebûyan. Delalê pora Zinarînê û Ozzgurê jê kiribû, lê belê baş çênekiribû û te digot qey pez bi cewê birî ye. Li ser vê yekê banî hevalê Argeş kiribûn. Argeşî pêşiyê pora Tekoşînê û Delalê, paşê ji ya hemû şervanên jin qusandibû. Pora hemûyan bûbû mîna pora mêran. Hevalên mêr ji serê xwe şit kiribûn. Êdî hemû kesê weke hev xuya dikir.
Her çend rewş awarte bû ji, lê belê jiyana rojane bi şiklekî dewam dikir. Gerîlayên ku ne zêrevan bûna, ne li kozikê bûyan, yan ji carna “vala” bimayan, ji bilî pevçûn û çalakiyan, car caran dikaribûn pirtûkê ji bixwînin. Ji bûna ku nekevin di destê dijmin de, hin pirtûk û her wiha tiştên rêxistinî dihatin îmhakirin. Paqijiya kampê dihate kirin û birîndaran ve mijûl dibûn. Carna sepsepik yan jî cihên din dihatin paqijkirin.
“Em 50 kes in 50”
Artêşa Tirk ya dagirker êdî deriyê mezin xistibû di bin kontrola xwe de. Ji ber ku bi teqemeniyan ji deriyê balkonê nedikarîn encamekê bi dest bixin, her tim bombeyên destan diavêtin, lê belê ji wê jî ti encam nedigirtin. Dema ku dihatin ber xeta çeperê, banga tradestbûnê dikirin. Armanca serbazê leşkerên dagirker ew bû ku bi axaftinê bala gerîlayan belav bike û da ku di wê heynê re bi rehetî bikaribe bombeyan bavêje wan û encamê bigire. Botanê ku ev fêhlebaziya wan dizanibû her tim digot, “Dema bi we re diaxivîn, guleyan berdine wan.” Artêşa tirk ya hov, li gel teqtîkên dorpêçkirinê, bikaranîna gazê, avêtina fuzeyan û birçî hêliştinê, şerê psîkolojîk ji dida meşandin û her tim qîr û hawara wan bû û banga teslîmiyetê dikir.
Dîsa dema ku Argeş zêrevan bû, bankirîbûn û gotibûn, “fermandarên we teslîm bûn, hûn ji werin teslîm bibin. Em dizanin ku xwarina we nema ye, li vir xwarin zehf e, jixwe hûn hindik in, em dizanin hûn tenê 5 kes man e. Li ser vê gotina wan, Argeş pêwîstî pê dîtibû ku bersiva wan bide û wî gotibû, “Em 50 kes in 50.” Gerîlayek kenî û got: “Mala te, te zêde mezin kiriye, hema qene te bigota em dora 20 a nin.