AMED – Herêma Şenyayla ku di nav sînorên navçeya Pasûrê ya Amedê de ye, sala 2021’ê bi biryarnameya Serokkomariyê bi Mûşê ve hat girêdan.
Li vê herêmê xebatên avakirina qereqol û bargehên leşkerî dewam dike. Di meha Adarê de ji ber xebatên rê yên leşkerî dar hatibûn birîn. Vê carê jî ji bo qereqol û baregehên leşkerî li ser girên bilind bê çêkirin dest bi birîna daran kirin.
Li qadeke berfireh dar têne birîn, li traktoran tên barkirin û li nêzî Çemê Hişk tên berhevkirin.
Darên ku li kêleka çem hatine veşartin, piştre bi kamyonan dibin bajarên cuda.