NAVENDA NÛÇEYAN –
Wan li hemberî bi sedan leşkerê dijminî şer dikirin. Bi dil û can şer dikirin û vîna wan bi qasî artêşeke mezin bû. Ew 9 gerîlla bûn, 9 dilşêr bûn, 9 pilingên levda Girê Sor bûn. Ew 9 rêhevalên ku li hemberî hemû zehmetiyan bê sekin, bê westan, xwe li ber hemû barên giran digiritin û her tim di nava berxwedaneke bê hempa de bûn.
Lê belê ew bibiryarî û vîna wan ya xurt, têrê dikir ku ji heqê her tiştî derkevin. Jixwe ya ku artêşa barbar jê ditirsiya ji ev bû hêza wan ya manewî bû.
Leşkerên neyarî li dûrî deriyê mezin bi cih bûbûn. Ew ji aliyekê ve jî dûrvebûn ku ji aliyê balkonê ve tiştekê bikin. Bombeyên destan carna diketin nava balkonê û carna ji diketin heta li ber barîkatan bi xwe. Gerîla ji her tim bi teqtîkên nû şer dikir. Him li çepera Şehîd Tekoşîn û him jî li balkonê teqîn pêk dianîn û car caran bi bombeyên destan yan jî roketên B7 li dijminî dixistin. Ev êrîşên dijminî yên bi vî rengî û berxwedana gerîla heta 3 ê Îlonê berdewam kiribû.
Her çi dibû bila bibûya,
wê Girê Sor
nehatibûya terikandin
Ji cîhazê mezin dengê Amedî dihate bihîstin, lê ji ber ku kablo di mal de hatibû vekirin, aliyê din deng nedibihîst. Dema dengê wî dihat bihîstin ji moral û hêzeke mezin bi hevalan re çêdibû. Nêrîn û nirxandinên bargehê yên li ser Werxelê û Girê Sor gelekî cuda bûn. Dema li nirxandina berxwedanê dihate guhdarkirin digotin, “Gelo bi rastî ji heval van gotinan ji bo me dibêjin?” Dibe, ji ber ku ew di nava şerî de bûn û wan ev tişt dijiya, tiştên ku dihatin jiyîn li wan asayî dihatin. Nirxandinên li ser berxwedanê bi heybet bûn. Di nava xwe de sohbet dikirin û digotin: “Heval berxwedana me evqasî hêja û mezin dibînin, em ê çawa bikarin bibine layêqê vê!!! Rêxistin berxwedana me bi Zîlan û Bêrîtanan re, bi xeta berxwedana zindanan re dide ber hevdu, çi dibe bila bibe em ê vî girî bernedin. Heke rêxistin bi vî rengî me binirxîne, ev besî me ye. Em bimirine yan ji perçe perçe bibine jî êdî ne xem e.”
Êdî dihate zanîn ku her çi dibû bila bibûya ev der wê nehatiya terikandin. Lê belê diviyabû yek kes ji be, her hinek ji vir derbiketiyan û berxwedana li vir dihate dayîn vegotan û tiştên li vir diqewimîn bi rêxistinê re bihatan parvekirin. Xemgîniya wan her ew bû, heke rêxistinê nezanîbûya ka çi li wir qewimî ye, wê hingê, wê ev bibûya kul û bimaya di dilê wan de. Ji xeynî vê, her tişt dabûn li ber çavên xwe. Di çavên hemûyan de ev bîr û baweriya berxwedanê hebû û deng û dilê wan yek bû.
Berxwedana gerîlayên jin hêz dida wan
Weke hemû deverên berxwedanê yên li Avaşînê de dest pê kirîn, tevilbûna jinan, ked û rengê wan mora xwe li berxwedana Girê Sor ji dabû. Heta ewqasî bandor li ser gerîlayên mêr yên di berxwadana Girê Sor de kiribûn û hêzeke mezin dabû wan, her tim behsa vê keda wan ya di vê berxwedanê de dikirin. Piştî pêvajoya berxwedanê, Armancî di der barê gerîlayên jin de ev tişt anîbûn ziman:
“Em di zivistanê de ji bi hevalên jin re man, car caran pirsgirêk derdiketin û rexne dihatin kirin. Me hev nas kiribû û taybetmendiyên hev fêm kiribûn. Piştî ku dijmin hatî li ser girî, hevalên jin cihê xwe di çeperan de girtin. Piraniya wan xwedî pîşe û tecrûbe bûn. Çeperên me di nav hev de bûn û bi taybetî di êrîşa li ser dijmin de hevalên jin bi rastî ji pêşeng bûn û pirr bi zirav bûn. Dema me ew wêrekiya wan didît me jî cesaret û moral ji wan digirt. Weke mînak dema hevalên jin çalakî pêk tanîn û bi wêrekî li ser dijminî de diçûn, vê yekê cesaretek mezin bi me re ji çêdikir.
Rojekê dema ku em li serê girî bûn, plan hatibû çêkirin ku bi bombe avêjan û çekên ferdî li dijminî were xistin. Ez û Zinarîn em ê biçûna. Zinarîn pirr bi kelecan û dilxwaz bû. Vê yekê moralek mezin dida mirovî. Piştî çalakiyê mirov digot baskên wê çêbûna û dê bifire, ewqas keyfa wê li cih bû. Te rast bivê, di wan demên dijwar û teng de rastiya mirovî derdikeve holê. Jixwe kî di wan demên teng û zehmet de li cem te be û terka te nede, hevalên te yên ji dil û can ji ew in. Di şerî de rastiya rêhevaltiyê derdikeve holê. Bi hevalên jin re himbe serê derziyê xwe hizirkirin û xwe şûnda dan tune bû. Tirs bi wan re tune bû. Te ya rast bivê, ev taybetmendiya hevalên jin e. Ev çandeke ku ji Bêrîtan û Zîlanan maye ji wan re. Heya guleya xwe ya dawî şer dike, heke hewce bike wê bombeya xwe li ser xwe bi teqîne, lê ew dîsa jî xwe radestî dijminî nake. Hevalên jin yên li Girê Sor jî wisa bûn. Me dizanibû ku yek tenê jî ji wan xwe radestî neyarî nake. Min bi xwe jî gelek moral û cesaretek mezin ji wan distand. Beşdarbûna wan, henekên wan, piştgirî û alîkariya wan beşdarbûna me û hêviya me zêdetir dikir…”
“…Mînak dema ez birîndar bûyîm Têkoşînê ez li wir kiribûm pişta xwe û biribûm mangê. Jixwe cilên min hemû peritîbûn, ez di nav xwînê de mabûm. Hevala Zinarîn fermandara yekîne yê bû, lingên min şûştibûn û gora min kiribû lingê min. Yanê vê yekê bandoreke pirr mezin li ser min kiribû. Dema mirov li qada şer bi hevalên wiha re bimîne, mirovê bêje ez ê heta mirinê bi wan re bim…”
“Hevala Delal nû tevlî bûbû. Sala xwe ya ewil li Girê Sor derbas kiribû. Ji beriya operasyonê 20 rojan salvegera tevlîbûna wê bû. Di gel bê tecrûbetiya wê ji, pirr wêrek bû. Dema ku guleya xwe ya yekem li dijminî dayî, rûyê wê geş bûbû, ewqas dilşad û kêfxweş bû, ken ji nêrînên wê dibariya û bêguman vê yekê ji hêz dida me. Her cara ku me li wan dinêrî, me digot heke niha ji bo van hevalan tenê be ji, ’em ê heta dawiyê li ber xwe bidin’.”
“Dema hevala Ozgur birîndar bûyî carekê tenê ji mehdê xwe nekir û moralê xwe xirab nekir. Ew her tim di beşişî. Wê moral dida me. Ji ber ku guhên min nedibihîstin, me duduyan bi hev re zêrevanî dikir. Ji ber vê yekê ji dema em zêrevan bûna her tim hevalên jin kozik û çeperên me kontrol dikirin. Her tim xwe tavêtin pêş û li kû derê tehlûke hebûya digotin ’em ê biçin’. Ew bi tevlîbûn, reng û ahenga xwe her tim xemla şoreşê bûn. Mînak carna bêhna min teng dibû, lê belê wan bi min re nîqaş dikirin û moral û hêz didan min…“