BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Metîna şerên dijwar rû dane û gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi awayekî bi bandor derbe li dagirkeran dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Berxwedana Girê Hakkarî ya Metîna şerên dijwar diqewimin û got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabur de; Dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Akîf ve bi pêş ve biçin, ji her du aliyan ve hatin gulebarankirin. Herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên 2 dagirkeran di bin kontrola gerîlayan de ne. Li herêmê pevçûnên dijwar didomin.“