NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji pênûsa gerîla Têkoşîn Hêlîn
Wextê ku ez vê nameyê dinivisînim, nizanim ku ji kuderê dest pê bikim. Ji destpêkirina vê nameyê him kêfxweşim him jî xemgînim. Serokê min ez li serê çiyayên Kurdistanê yên bilind, difikirim, temaşeyê dengê avan, dengê çûkan dikim. Li serê çiyan de milek mij û dûmanê di milek de jî rojê serê xwe bilind kiriye.
Belê Serokê min dibe ku ev nameya min kêm be, lê ji bo min bi wate ye. Te ji bo mirovahiyê şaristanî afirand. Te ji bo mezinkirina mirovatiyê gelek xebatên girîng û dijwar da meşandin.
Serokê min dema ez guh didim qêrînên bi şewatê dayîkan ên pir bi axîn, hêviyê dayîkan, axîna dayîkan, ji bo te pir bi wate ne. Dema ez temaşeyî qêrîna zarokan dikim, serê zimanê wan hêzî û bawerî derdikeve.
Bi ketina sala 2003’an hêviyên min mezintir bûn. Eger hêvî nebe jiyan li çiyan nabe. Hesreta çar salan ez dikişînim, ku rojek ji rojan were em li Amedê hevdu bibînin.
Serokê min te ez fêrî jiyanek birûmet kirim. Te ez fêrî zanistiyek pîroz kirim. Her gotineke te ji bo min weke romanek e. Belkî tu fîzîkî ne bi me re yî, lê her tim di dilê me de dijî, her seat her şev dijî.
Eger bibim çemek ji çemên payîzê û biherikim biçim ber bi Îmraliyê ve çawa biçim? Ger bibim pelek ji pelên payîzê biweşim biçim. Ger bibim çûkek ji çiyayên Kurdistanê bifirim, berê xwe bidim rêka Îmraliyê. Silavên bi hezaran gerîla, yên dayîkan, yên zarokan ji bo te bînim Serokê min. Ez sed silavan dikim ji bo te, rojbaş Serokê min.