LAVRÎO – Li bajarê Lavrîo yê li başûr rojhilatê paytexta Yewnanîstan Atînayê, ji bo protestokirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li 4 parçeyên Kurdistanê meşeke dirêj a 3 rojan dest pê kir.
Meşa di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şorşeger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) de bi dirûşma “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hate li darxistin. Meşê ji danê sibehê saet 10.00’an ji Kampa Lavrîoyê destpê kir.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ û TekoJIN de, di nava meşê de hatî dayîn, tê de destnîşan kirin ku divê hemû ciwanên Kurdistanê di çarçoveya pêngava “WERIN CENGA AZADIYÊ” de li qadan bin û banga hembêzkirina berxwedan û têkoşîna gerîla hat kirin.
Ciwanên ku tevlî meşê bûne, meşa xwe bi rakirina meşaleyan, stran û bi berzkirina dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo û Bijî Berxwedana Gerîla” berdewam kirin.
Di meşa ku ciwanên kurd ên çar perçeyan û ciwanên Enternasyonalîst beşdarbûne de, posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin rakirin.
Danê êvarê jî ciwan wê li navenda bajarokê Marcopoulo ya Atînayê semînerekê li darbixin.