STENBOL – Li Stenbolê ji aliyê yekîneya Şehîd Devrîm Zerdeşt a Tevgera Ciwanên Şoreşger ve rêzeçalakî hatin li darxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku di çalakiyên ku hatine kirin de ziyanek mezin gihîştiye dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê. Bal hate kişandin ku di çarçoveya pêngava “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” wê çalakiyên cur bi cur werin li darxistin û derbên giran li dagirkeran were xistin.
Yekîneyê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya xwe eşekre kirin û destnîşan kirin ku wê heya têkbirina dagirkeriyê çalakiyên xwe bidomînin.
Bi temamî daxuyanî wiha ye;
“Di 24.05.2022’an de yekîneya me ya Şehîd Devrîm Zerdeşt a DGH’ê febrîqeyeke mobîlyaya 4 qatî ya li taxa Mîmar Sînan a li kolaneke faşîstane ya li Sûltanbeyliyê bi çalakiyeke sabotajê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin. Bi belavbûna şewata li panelan re teqîn pêk hat û kargeh bûye xwelî.
Di 27.05.2022 ‘an de di saetên sibê de li cadeya Ümraniye Ordû yê depoyek xurdeyê ji aliyê yekîneyên me ve bi çalakiya sabotajê hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê jî depo hemû bû xwelî û zirarên madî gihîşt dagirkeran.
Dewleta Tirk a mêtinger û qirker ku dijminê me yê dîrokî ye, êrîşên li ser ax û gelê me roj bi roj zêde dike. Dewleta faşîst a har, ku mîna marekî birîndar êrîş dike, artêşa Tirk a ku nikare xwe li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê rabigire, ji ber vê jî hemû dest bi rêbazên hîna hovtir kiriye. Delweta Tirk ya dagirker û faşîst li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyawî bikartîne. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk nikare li hember gerîla li berxwe bide û tehemûla berxwedanê nake.
Di çarçoveya pêngava “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, de emê çalakiyên xwe bidomînin û bi ciwanên ku civak û welatê xwe diparêzin re bi xurtî tevlî seferberiyê bibin û ber bi serketinê ve bimeşin.
Divê ciwanên Kurdistanê yên bi rûmet, wijdan û durist nehêlibin ku dijminê wan rihet razê.