BAŞÛRÊ AFRÎQA – Di çarçoveya delegasyona Komîteya Diplomasî ya Ciwanên Kurdistanê li Başûrê Afrîka di çend bajaran de civîn û panel li ser Şoreşa Rojava û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin li darxistin.
Zêdetirî 150 karker, xwendekar û aktivîstên herêmê hatin cem hev da ku bi şandeya ciwanan re li ser hevbeşî û cudahiyên rêxistinbûna komînal li Kurdistanê û Başûrê Afrîqa re nîqaş bikin.
Wekî mijarekê sereke xebatên avakirina rêxistinbûnekê alternatîf a gel derveyî dewletê û rol û mîsyona ciwanan di têkoşînên civakî û şoreşgerî de hatin guftugo kirin. Girîngiya piştgirî û hevkariya navnetewî ya gelan hate diyarkirin û riyên pêşxistina girêdana civakên Başûrê Afrîqa û Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Piştî van serlêdan, nîqaş û xebatan wê delegasyon berê xwe bide KwaZulu-Natal û li wir bi yek ji tevgerên mezin li Başûrê Afrîqa Abahlahli BaseMjondolo were cem hev da ku rêxistinbûna gel li van deverên ku jêra dibêjin “Townships” baştir nasbikin.