ESSEN – Meşa Dirêj a ji Dortmûndê heta Düsseldorfê ji aliyê Tevgera Ciwanên Ciwan (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ve di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin dewam dike. Ciwan û jinên ciwan danê sibehê li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Essen ê Elmanyayê, piştî deqeyekê rêzgirtin ji tevahî şehîdên şoreşê re dest bi meşê kirin.
Meşa ku di pêşengtiya ciwan û jinên ciwan de hatî li darxistin, îro jî bi ciwanên enternasyonalîst re jî bi coş û moraleke mezin dewam dike.
Çalakvanên ku tevlî meşê bûne, di meşê de pankratên “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” û “KURDISTANÊ BIPARÊZIN” û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hildan.
Ciwan bi berzkirina dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla”, çalakiya xwe bi germahî dewam dikin.