BEHDÎNAN – Çavkaniyên gerîla ragihandin ku li qada berxwedanê ya Girê FM a li herêma Zapê şerekî dijwar qewimî ye.
Hate ragihandin ku herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyan, hin ji cenazeyên leşkeran jî li qadên di bin kontrola gerîla de ne.
Hate ragihandin ku şer hîn jî dewam dike.