SOLOTHÛRN – Li Swîsreyê Meşa Dirêj a 3’ê rojan, ya ku li dijî dagikerî û îxanetê, û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla hatî li darxistin, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN), ji demijmêr 11:00’an de li Solotrhûrnê li qada 1’ê Gulanê dest pêkir.
Di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan, pankarta “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” û alên PKK’ê hatin bilind kirin.
Îsmaîl Kardaş ya ku li ser navê CDK-S axivî da got, “Li her devera ku dagirker li wirin, emê bê teredûd derb li wan bixin. Em îro dibînin ku di pêşengtiya ciwanan de li hember dagirkeriyê bê navber çalakî tên li darxistin. Ciwan dikarin bi sekna xwe her tişî biguherin.”
Di çarçoveya pêngava “WERIN CENGA AZADIYÊ” de, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer, li dijî êrîşên dagirkerî û îxanetê, ji bo piştgiriya berxwedana gerîla dest bi meşa xwe ya 3’ê rojan kirin, li ser vê bingehê Yûsûf Amed axivî û got; “Îro dema ku gerîlayên azadiyê li çiyê li ser navê mirovahiyê şer dikin, dagirker li dijî vê çekên kîmyewî bi kar tînin. Hûnê nikaribin bi van rêbazan vîna me bişikînin. Em îro li cem Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li ser navê mirovahiyê şer dikin, li ser navê jin, ciwan, jinên ciwan û hemû kesên azadiyê dixwazin li ber xwe bidin. Em ji kesên dijminê mirovahiyê re dibêjin, gerîla rûmeta me ye û tolhildan wê her tim soza me be. Kî destê xwe deyne ser axa me, Rêberê me û vîna me, emê bi her awayî li ber wan bisekinin.
Ne çekên we yên kîmyewî, ne balafirên we, ne jî hemû teknîka we nikarin vîna me bişikînin. Bi taybetî weke em weke ciwan û jinên ciwan emê her tim li berxwe bidin û di çalakiyan de bin. Heta ku tola şehîda neyê hilanîn û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me misoger nebe, çalakiyên me wê ne tenê îro her roj dewam bikin.”