NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çepemeniya HRE (Hêzên Rizgariya Efrîn) daxuyaniya çalaiyên ku li darxistine da.
Bi temamî daxuyanî wiha ye;
Li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker di rojên 26 û 27ê Gulanê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de; Di roja 26ê Gulanê de, di navbera gundên Gobelê û Basilê ya girêdayî navçeya Şêrawa de, li hember seyareyek zirxî ya cureya kîrpî çalakiyek hat lidar xistin.
Di encama vê çalakiyê de kîrpî hat ruxandin. 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî brîndar bûn.
Di roja 27ê Gulanê de, di navbera gundên Bir Heyder û Kîmarê ya navçeya Şêrawa de, li hember komek çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidar xistin.
Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn.
Di encama çalakiyên 2 rojan de bi giştî, 3 leşker û 2 çete hatin kuştin, 7 leşker û 4 çete jî brîndar bûn.