LONDON – Meşa dirêj a li dijî dagirkerî û xiyanetê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer ve hatî organîzekirin, danê sibehê li kolana Rêya Herfordê dest pê kir û danê êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi dawî bû.
Ciwanan posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hildan û pankart bi nivîsa “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” rakiribûn.
Tevî şert û mercên ne guncav ên hewayê, dîsa jî ciwanan meşa xwe bi coş domandin û piştî ku 10 km meşiyan tevlî çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hati li darxistin bûn.
Ciwan wê di 31 ‘ê Gulan û 1 ‘ê Hezîranê de meşa xwe ya ji Bakurê Londonê bidomînin.