ÇILAXA – Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ku vê sibehê ji Tirbespiyê destpêkir bi siloganan û coşeke mezin gihîşt Çilaxa.
Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya li dijî dagirkerî û îxanetê gihîşt navçeya Çilaxa. Meşê vê sibehê ji demijmêr 08:00’an de, ji ber Navenda Ciwanên Şoreger a navçeya Tirbespiyê destpêkir û ber bi navçeya Çilaxa ve dewam kir.
Îro di demijmêr 11:00’an de danê nîvro meşa ciwanan gihîşt navçeya Çilaxa, ciwan û jinên ciwan ên ku tevlî meşê bûne, ji aliyê şêniyê Çilaxa ve bi germahiyekê hatin pêşwazî kirin.
Hat diyarkirin ku wê meşa ciwanan piştî nîvro heya Girkêlegê berdewam bike, li wir wê hem semîner derbarê berxwedana gerîla de bê dayîn û piştre wê konser ji ciwanan re were li darxistin.