MARCO POULO – Li Yewnanîstanê meşa dirêj a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ve ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirker û xiyaneta PDK’ê hate li darxistin di roja xwe ya duyemîn de didome.
Roja yekemîn a meşê ku duh bi beşdariya bi sedan kesî li kampa Lavrîoyê bi coş dest pê kir, li Marco Poulo temam bû. Di roja duyemîn a meşê de çalakgerên ku ji Marco Poulo bi rê ketin, wê danê êvarê bigihêjin Palaniayê.
Piştî meşa ku bi deqeyek rêzgirtinê ya serê sibehê destpê kir, çalakgeran pankartên “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” û “Kurdistanê biparêzin” rakirin, û bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire îxanet” dest bi meşa dirêj ya roja duyemîn kirin.
Çalakger wê danê êvarê xwe bigihînin Palaniyayê, wê sibe jî bigihêjin paytext Atînayê.