DUISBURG – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di 29’ê Gulanê de li Dortmûndê li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê dest bi Meşa Dirêj kiribûn.
Ciwanên ku du roj li pey xwe hiştin, îro di demijmêra 12:00’an de li rawestgeha trenê ya navendî ya Duısburgê dîsa dest bi meşa xwe kirin.
Meşa dirêj wekî roja destpêkê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di destpêka meşê de polîsan li ser posterên Rêberê Gelan Kurd Abdullah Ocalan, alên TCŞ’ê û logoya li ser pankartê girtin.
Çalakgeran pankartên “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” û “KURDISTANÊ BIPARÊZE” rakirin û siloganên wekî “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla û Bimire Îxanet” berz kirin.