BIEL – Li bajarê Biel ê Swîsreyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN), li 6 navendan bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, meşeke dirêj destpêkiriye. Di heman demê de li Swîsreyê jî meşa ciwanan ya li dijî dagirkeriyê îro di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
Ciwanan duh li bajarê Solothûrnê bi daxuyaniyekê dest bi meşa xwe kirin û li bajarê Grenchenê bi dawî bû.
Ciwanên ku îro li bajarê Bielê dest bi meşê kirin, danê sibehê li Zentralplatz a bajarê Bîelê li hev civiyan. Meş bi rêzgirtina deqeyekê ji bo tevahî şehîdên şoreşê dest pêkirin. Ciwanan li vir daxuyanî dan. Daxuyanî li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê ji aliyê Andrea Weîter ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew hevkariya PDK’ê bikaranîna kîmyasal li dijî gerîlayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê ku di bikaranîna çekên kîmyewî ku sûcên dij mirovahiyê ne bi israr dewam dikin. PDK’ê ya ji van êrîşan berpirsyare bila baş bizanibe ku, eger gerîlayên PKK’ê yên îro li 4 parçeyên Kurdistanê li dijî konsepta êrîşê ya namerdî li ber xwe didin, ji vê têkoşînê paş ve gav navêjin,. Wezîfeya ku dikeve ser milê me ciwanên Kurd wê parastina têkoşîna gerîla be. Û dîsa, îro ciwanên Kurd li ku derê bin bila bibin wê bi hembêzkirina vê têkoşînê re bibin dengê gerîlayên azadiyê û li dijî hêzên dagirker û hevkarên wan li qadan bin. Emê bi tacîdarkirina pêngava ‘Werin Cenga Azadî’ ya li dijî dagirkerî û xiyanetê, konsepta dagirkerî û xiyanetê bi serketinê têk bibin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku danûstandinên qirêj ên di navbera NATO û dewleta Tirk de ji bo pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê xeteriyan bi xwe re tîne, û wiha hate gotin: “Em ê heta dawiyê li dijî tunekirina pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê bi riya destkeftiyên şehîdan li qadan bin. Îro çawa ku ciwan û jinên ciwan yên Kurd li dijî her cure konseptên êrîşê yên dijmirovahiyê bi hembêzkirina paradîgmaya azadiyê ya Rêbertiya me li ber xwe didin, gelê me jî wê li ser esasê xeta berxwedanê ya Rêber APO vê berxwedanê biparêzin.”
Ciwan bi çoşeke mezin tevlî meşê bûne, û bi berzkirina dirûşemeyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê li ser çiyayên Kurdistanê û tevahî Kurdistanê şermezar kirin. Di heman demê de di nava meşê de ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistan ‘PKK’ ji lîsteya terorê ciwanan îmze kom kirin. Her wiha ji aliyê endamên TCŞ û TekoJIN ve belavok hatin belav kirin.
Tê payîn ku di nava meşê de dema ku seatên bêhn vedanê tê, wê ciwanên kurd derbarê berxwedana gerîla de semîneran li darbixin.
Ciwan wê roja duyemîn a meşa xwe ya li bajarê Lyssê danê êvarê temam bikin.