ÇILAXA – Meşa dirêj ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve bi dirûşemeya ‘LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ’ hatibû destpêkirin di roja xwe ya 2’yemîn de berdewam dike. Meş di roja duyemîn de ji Tirbespiyê dest pê kir û tê payîn ku meşa ber bi Çilaxa ve heta saetên êvarê bighîje Girkêlegê.
Ajansa me nêrînên ciwanên ku beşdarî meşê bûne der barê meşê de wergirtin.
Kes nikare vîn û baweriya me bişikîne
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreger ya Firatê Mahsûm Kobanê ku beşdarî meşê bû got, “Em di roja duyemîn a meşa xwe ya dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê de ne. Ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hemû beşdarî meşê bûne. Em li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker li Zap, Mîtana û Avaşînê dane destpêkirin, meşê li dar dixînin. Nêzî salekê ye li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û weke ciwan em her tim bi çalakiyên xwe li qadan bin. Gerîla gel e, gel tu carî ji holê ranabe. Rast e, dibe ku dewleta Tirk çekên kîmyawî û hemû teknolojiya pêşketî jî bikarbîne, dibe ku dewletên emperyalîst li pişt wan bin, lê weke ciwan em xwedî bawerî û îrade ne. Bi çekên NATO’yê êrîşî gerîla û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dixwazin fikrê Neteweya Demokratîk li Bakur-Rojhilatê Sûriyê tune bikin. Weke ciwan emê nehêlin kes roja me tarî bike, me bi ciwantî dest pêkir, emê bi ciwantî jî bi ser bikevin.”
Bêyî ku cudahiyê bixin navbera Kurd û Ereban divê em têkoşîneke yek alî bimeşînin
Ciwanê ji Minbicê yê bi navê Ehmed Cemîliye got; “Erka ciwanên Erebe ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hikûmeta Kazimî, bisekinin. Yên ku li dijî dewleta Osmanî şer kirin, divê îro rê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Osmanî ya 2’yemîn, bi taybet ên ku li dijî van êrîşan ku bi hevkartiya kesên wekî Kazimî û Barzanî pêk tên bisekinin. Li dijî van êrîşên dagirkerî û xiyanetê her kes çi Kurd be çi Ereb be divê yek be û li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekine. Ji ber ku em li ser heman axê dijîn. Û ev projeya Neteweya Demokratîk hemû gelan têkildar dike, dewleta Tirk naxwaze Kurd û Ereb li ser van xakan bibin xwedî gotin. Li dijî vê divê em têkoşîna xwe bikin yek û faşîzmê têk bibin.