SILÊMANÎ – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de êrîşên berfireh yên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, heya roja îro jî bi, bikaranîna çekên kîmyawî re berdewam dike. Li hember wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedaneke ku ji nû ve destan û dîroka gelê kurd dinivîse raber dikin. Di heman demê de gelê Kurd jî li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê berxwedan û têkoşeneke bê hempa dide meşadin.
Li ser vê esasê ji bo ku her kes cihê xwe di nava vê seferberiyê de bigire, bi taybet jî ciwanên Kurdistanê tevlî vê berxwedana dîrokî bibin, ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve seferberî di bin dirûşemeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” hate ragihandin.
Li ser wê bingehê jî ji bo ku tevahî ciwanên Kurdistanê û Ewrupa bersiva banga seferberiyê bidin û bi salvegera 18’yemîn Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Hizêranê re ciwanan meşeke dirêj organîze kirin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Ewrupa ji 30’ê Gulanê de dest bi meşa xwe kirin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî wê siba di 1’ê Hizêranê de dest bi meşa xwe ya dirêj bikin.
Ji bo vê jî ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê ye ya bi navê Camêrd Celalî ji ajansa me re axivî û ji bo ku siba were li darxistin, sedema wê diyar kir.
Emê li dijî dagirkeriyê dakevin qadan
Ciwanê bi navê Camêrd anî ziman ku divê hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê li hember êrîşên dagirkeriyê bê deng nemînin û bibin xwedî helwest, wiha destpêkir; Navê min Camêrd Celalî ye. Ji berê de heya niha li ser xaka me ya pîroz Kurdistanê dagirkerî heye, bi taybet jî li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Em dibînin ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê xaka me çawa dagir dike û planên xwe ji bo welatê me çawa berfireh dike. Ji bo vê jî em weke ciwan li hember van êrîşan xwedî helwestin, ji bo vê jî emê li dijî dagirkeriyê dakevin qadan. Li ser vê bingehê emê ji 1 heya 6’ê Hizêranê ji Koya heya Behdînanê bimeşin.
Gerîla ji bo me şer dike, divê em jî piştgirî bidin berxwedana gerîla
Ez silavên xwe ji tevahî ciwanên ku li derveyî welat û li welat li dijî dagirgeriyê dest bi meşê kirine dişînim. Ez jî weke ciwanekî Başûrî tevlî helwestên ciwanan ya ne qebûlkirina dagirkeriyê dibim. Li ser vê esasê jî bangawaziya min ji bo tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê heye ku ew jî li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest û werin tevlî meşê bibin. Çawa ku gerîla ji bo me şer dike û me diparêze, divê em jî xwedî li vê berxwedanê derbikevin û piştgirî bidin berxwedana gerîla.
Bila PDK’ê û dewleta Tirk ve bizanibin ku çavên me vekirîne her tiştê ku dikin em wan dibînin
Em wekî ciwanên Başûrê Kurdistanê divê li hember dagirkeriyê helwestên xwe nîşan bidin, ji ber ku dewleta Tirk ya dagirker li pêş çavên me êrîşî gelê me dike, di encama êrîşa ku wê rojê li ser Başûrê Kurdistanê kiriye de 2 zarok hatin qetil kirin. Ev partiyên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, dibêjin ya ku ev zarok qetil kirine, gerîla ye. Lê bila baş bizanibin ku çavên me vekirîne û em her tişî dibînin. Ewê ku bi xwe alîkariya dewleta Tirk dike, dixwaze sûca xwe bavêje ser gerîla. Êdî gelên Başûrê Kurdistanê derewên PDK’ê bawer nakin. Ji ber ku em dizanin ku ew bi xwe alîkarî dide dewleta Tirk ku êrîşî ser xaka me bike. Ji ber vê jî êrîşên ku li çiyayên Kurdistanê li ser gerîla tê kirin, li ser gelê kurd bi xwe ye. Ji ber vê divê hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê helwestên xwe nîşanî dagirkeriyê bidin û werin li dijî dagirkerî û xiyanetê tevlî meşa dirêj bibin. Beşdarbûna her ciwanekî jî wê bersiveke mezin bide dagirkerên Kurdistanê. Em hêvî dikin ku em ciwan werin tevlî vê meşê bibin, ev meş meşa cenga azadiyê ye.