GIRKÊLEGÊ – Li ser esasê seferberiya ku Komalên Ciwan ragihandî, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Cİwan ve li ser asta Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê meşeke girseyî ya 3’ê rojan hate li darxistin.
Duh li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de, meşa dirêj ku 3’ê rojan dewam bike hate destpêkirin. Meşa Ciwanan duh li bajarê Tirbespiyê bi dawî bû, vê sibehê jî ji Tirbespiyê destpêkir, û ji Tirbespiyê jî ber bi Girkêlegê ve ciwan bi moraleke mezin meşiyan.
Ciwanan li Girkêlegê li ser berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Herêmên Parastina Medyayê, bi taybet berxwedana li Zapê sermînerek li darxsitin. Piştî ku semîner bi dawî bû, ji bo çalakvanan konserek hate li darxistin.
Ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire Îxanet” meş di roja xwe ya duyemîn de jî bi dawî kirin.
Tê payîn ku siba sibehê wê ciwan ji Girkêlegê destpêbikin û li bajarê Dêrîkê meşa xwe bi dawî bikin.