NAVENDA NÛÇEYAN –
Pênc gerîlayên jin beşdarî berxwedana Girê Sor bûbûn. Jin, li vir jî hêza sereke ya ku şer û jiyanê diyar dike bûn. Li Mamreşo, Aris Faris û hemû qadên din jî wisa bû. Li Girê Sor jî Zinarîn, Ozgur û Delal rola xwe di asta herî jor de lîstîbûn.
Zinarîn fermandara yekîneyê bû. Ji ber ku ew demeke dirêj li cem kadroyên kevin mabû, bi vê hişmendiyê pijiya bû, zû têdigihişt û ji rêxistiniyê baş fêm dikir, her wiha ev yek nîşanî derdora xwe jî dida. Ew di nava şer de nemabû di sala 2018’an de dema hat Avaşînê serwextî şer bûbû.
Di gel ku ew hevalek kevin bû jî, lê wê her tim digot hewce ye ku ez tecrûbê bistînim. Ew jineke mutewazî û nefsbiçûk bû, ruh û mejiyê wê ji hînbûnê têr nedibû, wê her tim hewl dida giyan û mejiyê xwe nûjen bike, fêrî tiştên nû bibe û ji ber wê jî ew her tim fermandara eniya pêş bû. Fedakariya wê bê dawî bû, ew ê di hemû çalakî û xebatên jiyanê de bi dilşadî cihê xwe digirt. Gerîlayeke jin ya ku bi helwesta xwe ya rêxistinî, dilsoziya xwe ya bi hevalên xwe re û sohbetên xwe yên xweş her tim hêz dida derdora xwe. Kesayetiyek wê ya welê hebû ku digotin “heke hevala Zinarîn li cem me be, wê ti carî girêdana rêhevaltiyê sist nebe.” Ew rêhevaleka pirr ji dil, sakîn û dilpak bû û di heman demê de pirr bi rêxistinkirî bû jî. Ew li hemberî bangên teslîmbûyînê zelal bû. Hingî wan bang dikir, ew ê bi guleyên xwe bersiva wan dida. Ew ê rojekê tenê jî hêviya xwe qut nekir. Wê digot, “heke tiştek ji min bê, bila bêjin ew weke fermandareke YJA Starê şehîd bû.” Haya wê ji giraniya pêvajoyê hebû û di hişmendiya baweriya rêxistinê dabû wê de bû. Ew gelekî ji dil him nêzî jiyanê dibû û him jî nêzî şer dibû. Jiyîna jiyaneke bi nirx û pîvan rêgeza wê bû û ji vê jî tu carî tawîz nedida. Erê, weke ku wê got çêbû. Ew di vê berxwedanê de weke fermandara pêşeng a YJA Starê tevlî karwanê şehîdan bû.
Ozgur Apoîsteka
gotina xwe
deq û deq digot bû
Ozgur, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bûbû. Piştî perwerdeya sabotajê dîtibû, li herêma Avaşînê hatibû erkdarkirin. Di êrîşa li ser Girê Silêman de jî cih girtibû. Wê Girê Sor baş dizanî. Di şerê herêmê û yê tûnêlan de xwedî tecrûbe û zanîn bû. Ew gelekî rihsivik û fedakar bû. Gerîlayek YJA Starê ya ku bawerî dida, dilê mirov geş dikir, moralê mirov zêde dikir, çi ji derve bûya û çi jî li tûnêlan bûya dizanî bû li her qadê şer bike.
Wê ti kes di rê de nedişt. Bi biryar û xwediyê gotina xwe bû. Apoyiyeke xurt bû û di her mijarê de nêrînên xwe digotin, ramanên xwe bi awayekî eşkere dianîn ziman.
Di şerê Heftanînê de jî roleke mezin lîstibû. Ew bi rastî jî cengawerek bû û ji bo taktîkên nû peyda bike serê xwe gelekî dieşand û bê rawestan difikirî. Ew sabotator bû, lê di pêvajoya berxwedanê de, ti carî xwe ji ti karî nedida alî. Ti carî çi tirs di dilê wê de çênedibû û ew her tim weke şûrekî tûj li ser serê dujminbû. Ew ji şert û mercên xirab ti carî bêzar nedibû û aciz nedibû. Ji aliyê îdeolojîk ve pirr jêhatî bû. Li ser şehîdan dinivîsî, bi taybetî jî şehîdên Heftanînê gelekî bandor li ser wê kiribûn û ew bi hestên pirr xurt bi şehîdên Heftanînê ve girêdayî bû. Herî dawî ew bi xedarî birîndar bûbû û di teqînekê de piraniya rûyê wê şewitîbû. Her roja derbas dibû te digot qey ew bi wan birînên li ser rûyê xwe xweşiktir dibû û xwe nûjen dikir. Hevala Ozgur jî yek ji wan mirovan bû ku xwe her tim vediguherand û jiyan ji tunetiyê diafirand. Ozgur di warê fîzîkî, giyanî û hizrî de êşên dihatin jiyankirin baş fêm kiribû û bi wê maneviyatê jî tevlî şerî bûbû.
Ew ti carî ji jiyanê qut nebû. Wê her tim wêneyên hevalên xwe dikişandin û ew didan kamerayê. Digot, “Ev hemû dîrok in, divê em dîmenên van kêliyan bigihînin rêxistinê.” Ozgur, yek ji bedewtirîn rûyên di wan wêneyan de bû û kenê li ser rû yê wê ew wêne zindî dikirin.
Delal, di nav berxwedêrên tûnêlên şer yên li Girê Sor de him bi temenê xwe, ya herî ciwan bû û him jî şervana herî nû bû. Ji bajarê Qamişlo bû û di sala 2019 an de tevlî nava refên gerîla bûbû.
Piştî perwerdeya şêrwantiyê ya nû, li qada Basya hatibû wezîfedarkirin. Li vir Partî, gerîla, xebatên rêxistinî, bîrdoziya jinê naskiribû û fêrî gihîştiniya şoreşgerî bûbû. Gerîlayek ciwan ya ku bi nefsbiçûkî, fedekarî û giraniya xwe dihate naskirin bû. Ev her sê taybetmendiyên bingehîn bi Delalê re berbiçav bûn. Tevî temenê wê yê biçûk, hevalên wê heyranê kar û xebatên wê bûn. Girê Sor herêmeke nêzî dijmin bû, lewma wê xwestibû li wir tecrûbê bistîne. Dilê wê û devê wê yek bû, fedakar bû û her tim rastî dianîn ziman û bi vî hawî fêrî jiyanê dibû. Ji ber vê jî hemû zehmetî û nakokiyên xwe parve dikir. Ew zîrek û çik bû. Di gel bê tecrubetiya wê jî, giranî û helwesta wê ya rêxistinî her tim hemû heval heyran dihêla. Wê ev taybetmendî ji malbata xwe girtibûn. Di nava rêxistinê de jî zû pijiya bû. Dema hevalan bela xwe lê didan û digotin “Piştî ku tu ji vir derketî wê rêxistin te bike fermandara yekîneyê.” û wê jî digot: “Ne hewce ye ez bibim fermandar, ez jixwe milîtana vê rêxistinê me.” Bi guleyên xwe bersiva hemû bangên teslîmiyetê dida. Di wî temenê xwe yê ciwan de bi giyanê Apoyî şer kiribû û tevî karwanê şehîdan bûbû.
Argeş, li gelek herêman mabû û herî dawî jî li Avaşînê hatibû peywirdarkirin. Li Avaşînê demekê di nava yekîneyên xweser de li cem hevalên jin mabû. Ew milîtanek ku paradîgmaya jinê ya Apoîstî baş fêm kiribû û di kesayetiya xwe de hewandibû. Wê her tim digot, “Divê di çepera Şehîd Tekoşîn de leşker bêne kuştin.” Her tim dixwest derkeve derve û li dijmin bide. Tevî ku cara yekem bû di nava şert û mercên evqasî dijwar de mayî jî, lê gelekî zû hînî vê yekê bibû. Argeş, girêdayî yekîneyên bêwar bû, lê wê digot, “ez ê tu carî vî girî bernedim, em ê li vir destanekê binivîsin.” Şervanek dil pak, giyanê wê azad û ji hemû xirabiyan paqij bû, hebûna xwe bi awayekî herî zelal dijiya, xweza û nefsbiçûk bû û dizanîbû rêhevaltiyê bi hevalên jin re bike.
Gotinên dawî yên
sê gerîlayên ji
Girê Sor sax filitîn…
“Me bi wan hevalan re hemû êş û xweşî jiyan kirin;
di her tiştî de, di her zehmetiyê de me arîkariya
hevdu kir, me hevdu bi tenê nehişt û me hêvî da
hevûdin. Em dizanin ku em çiqas bêjin û çi bêjin
ji bo wan hindik e û em nikarin kesayetî, egîdî û
lehengiya wan bi têrkêrî vebêjin. Ya ku me
diêşîne jî ev e. Niha em dizanin ku barê me
girantir e. Erka me ye ku em wan bidin jiyankirin
û kesayetiya xwe li gorî ya wan perwerde bikin…
Ji bo me hemûyan şanseke mezin bû ku me di
nava berxwedaneke bi vî rengî de cih girt û bi
wan re hevaltî kir. Bi zarên Kurdistanê yên herî
fedaî re, bi şoreşgerên herî sofî û derwêşên
rêxistinê re di heman kozik û çeperan de şerkirin,
bê guman serpêhatiyeke pirr cuda bû. Daxwaza
hevalan ya herî mezin ew bû ku bê zanîn,
li hemberî êrîşên dijmin yên xedar û dijwar,
ka berxwedaneke çawa di wan şert û mercên
giran de hatiye dayîn. Ev wesiyeta wan bû.
Em ê ala wan her tim bilind bikin. Em ê nirxên
ku wan afirandiye mezintir bikin. Em ê bi vî
ruhê berxwedanê bijîn û teqez em ê bi ser bikevin.”