DÛÎSBÛRG – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN), Meşa Dirêj a li Elmanyayê di çarçoveya Pêngava “Werin Cenga Azadî” de roja xwe ya 3’yemîn bi dawî kir. Ciwanan di meşê de bi helwest û peyamên xwe ji dagirkeriyê re sekna xwe diyar kirin.
Ciwanên ku îro li bajarê Dûîsbûrgê dest bi meşa xwe kirin, tevî hemû qedexe û provokasyonan jî bi moral û coş roja xwe ya 3’yemîn bi dawî kirin.
Di ketina Dûîsbûrgê de faşîstên ku ji ber silogan û girseyê çalakvanan aciz bûn, xwestin bi çêkirina nîşaneya stepnwolf a ji şibakeyê, meşê provoke bikin. Ciwanan bi siloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxweda Gerîlla” bersiva faşîstan dan.
Ciwanên ku meşa xwe li vir domandin piştre li pêşiya kargeha çekan a Thyssen & Krupp a ku çekan difiroşe Tirkiyeyê derbas bûn, gelek caran bi Elmanî digotin, “Elmanya fînanse dike, Tirkiye bombe dike.”
Piştî wê ciwanan berê xwe dan navenda bajêr û li wê derê çalakiya xwe dewam kirin.
Tê payîn ku wê siba ciwan meşa xwe di roja 4’yemîn de ber bi Dusseldorfê de dewam bikin.