LONDON – Li paytexta Îngilîstan Londonê, ciwanan meşa xwe di roja duyemîn de, tevî şertên hewayî yên ne baş, dîsa jî dewam kirin. Ciwanan bang li herkesî kirin ku di 1’ê Hizêranê de li qadan bin.
Kurdistaniyan û dostên wan ên li navenda bajêr li hev civiyan, piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo bîranîna hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest bi meşa xwe kirin.
Ciwanan di meşê de pêlavên Mekap ên gerîla, bilind kirin û siloganên weke “Biji Serok APO, Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Ciwanan her wiha posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên TCŞ’ê hildan û dayikên ku bi zarokên xwe re beşdarî çalakiyê bûn jî bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyawî ya li dijî gerîla. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û Kurdistanê hate şermezar kirin. Çalakvanan diyarkirin ku divê herkes li hember dagirkeriyê bibe xwedî bersiv.
Meşa dirêj li Parka Hyde ya navdar a Londonê bi dawî bû. Di çalakiyê de ku bala mirovên li derdorê gelekî kişand, ciwanan jî belavokên bi zimanê Îngilîzî yên êrîşên dagirkeriyê û sûcên şer ên dewleta Tirk ya dagirker tê de hatine vegotin, belav kirin.
Meşa dirêj a ciwanan ya li Londonê wê sibe (1’ê Hezîranê) dewam bike. Meş wê saet di 11:00 ‘an de li Highbury Garden, Islington, N1 2BF destpê bike.