MERSÎN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Azad Sîser û Şehîd Reşît Serdar bi daxuyaniyeke bi dîmen diyar kirin ku ewê li Mersînê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku malbatên Kurd dikin hedef çalakiyan li darbixin.
Ciwanên APOYÎ bi dîmena ku weşandî hişyarî da û diyarkir ku divê hemû kesên bi dewleta Tirk a dagirker re di nava hevkariyê de ne, di zûtirîn demê de dest ji hevkariyê berdin û diyarkir ku eger dest jê bernedin wê bibin hedef.
Daxuyanî wiha ye;
“Em weke tevgerê azadiyê têkoşîna me ya şoreşgerî wê heta ku em xeta Rêber Apo bi cih bînin bênefes dewam dike. Li dijî hemû astengiyên ku li ser esasê dilsoziya me ya bi Rêbertî û şehîdan re derdikevin holê, emê têkoşîna xwe bidomînin. Di şerê bê navber de em biryardariya xwe ya tacîdarkirina xeta xwe ya azadiyê bi serketinê diyar dikin. Em soz didin ku emê têkoşîna xwe ya li hember çeteyan û hevkarên ku, bi pêkanînê dewleta Tirk re dibin alîkar, geştir bikin.
Ev di esasê xwe de ji bo malbatan û her ciwanekî Kurd hişyariya me ye; Polîtîkaya sîstematîk a ku faşîzma AKP-MHP’ê dimeşîne; çetetî, sîxurî, teşwîqkirina narkotîk û fûhûşê ye. Ev polîtîkayên bi vê rengî ciwanên Kurd ji hişmendiya siyasî dûr dixe.
Bi taybetî li bajarê me Mersînê di demên dawî de me dît ku dijmin bi zanebûn van polîtîkayên xwe li ser malbat û ciwanên Kurd ên welatparêz zêde kiriye.
Ji vir careke din banga me li malbatên me yên welatparêz e; Nahêlin zarokên we di nava formasyonên bi vî rengî de bin û xizmetê ji van formasyonan re bikin. Di demên pêş de emê weke Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Azad Sîser û Şehîd Reşît Serdar ên li Mersînê, li hemû kesên ku xizmetê ji van polîtîkayan re dikin; her sazî, her malbat û her ferd wê bibe hedefa yekîneyên me û wê cezayê giran li wan bê birîn.”