AMED – Li navçeya Rezan a Amedê pêngava 1 ‘ê Pûşperê ji aliyê Yekîneya Şehîd Reşit Serdar a DGH’ê ve bi pêxistina agir hate pîrozkirin. DGH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ewê hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê ya dagirker bipirsin.
Daxuyanî wiha ye;
“Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger hemû hevrêyên xwe yên li her derê li berxwe didin, bi taybetî yên ku li Zap, Mîtîna û Avaşînê li berxwe didin silav dikin û soza şoreşê ya me daye şehîdên xwe dubare dikin.
Em careke din diyar dikin ku emê tola xwe ji rejîma şerê taybet a AKP-MHP’ê ku bajarên me kavil dike, ciwanên me dikişînin nav çiravê fihûşa narkotîkê. Serî li ber hevrêyên me yên ku li zindanan li berxwe didin ditewînin û ya herî girîng jî emê êşkenceya tecrîda bêhempa ya li ser Rêbertiya me didome, bişkînin.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger soz didin ku li kuderê faşîzm hebe, li kuderê faşîst hebin û li kuderê saziyên wan hebin emê wê derê vegerînin dojehê. Di vê pêvajoya dîrokî de bi biryardariya pêngava 1’ê Hezîranê em diyar dikin ku bi hay ji peywira dîrokî ya ku dikeve ser milê me, em diyar dikin ku li her deverê emê çalakiyan li darbixin.
Divê her kes, dost û dijmin bizanibe ku li çiyayan gerîla derb li dagirkeran dide û stûyê wan dişkîne, di bajaran de jî ciwanên şoreşger stûyê dagirkeran xwar dikin.
Divê bajarên faşîst bizanibin ku nikarin bi rehetî li kolanên me bigerin. Divê tu kes nefikire ku hevrêyên me yên li zindanê bêîdîa ne. Bila kes nefikire ku ewê di şerê taybet de bibe sîxûr, bila bizanibin çi tiştê ku dixwazin bikin, an jî kirine wê bê hesab ji wan re neyê hêştin.
Şehîd Reşît Serdar soza ku me dayî hemû şehîdên Şerê Gel ê Şoreşger careke din dubare dikin û diyardikin ku li Kurdistana azad bi Rêbertiya azad re bijîn û em ji dijmin re dibêjin emê te di Kurdistanê de teng bikin.”