NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina QSD’ê daxuyaniyek da û tê de nasnameya şervanekî xwe ku li Dêrazorê di 28’ê Gulanê de şehîd bû, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Hêzên me (QSD), li hember êrişên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, hêzên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê disekinin.
Rêxistina terorîst texmîn kir ku bi êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê dê xîlafeta xwe vegerîne. Ew yek jî bi destekdayîna eşkere ya dewleta Tirk a dagirker bû.
Lê têkbirîna êrişa DAIŞ’ê û girtina hemû kesên ji girtîgehê revîne, ji hêla hêzên me xewnên rêxistina terorîst û piştigirên wan badilhewa bûn.
Hevalê Munzir Xelef beşdarî gelek şerên li dijî DAIŞ’ê bû û li hember êrişên wan ên hov berxwedanekî mezin raber kir. Rojekê jî ji şerê sing bi sing li hember dijmin dudilî nebû. Şervanekî bi sebir, xwedî exlaq bû.
Em şehîd Munzir Xelef bi bîr tînin û sersaxî ji malbata şehîd û gel re dixwezin. Her wiha soza şopandina rêya wan heta ku armanc û hêviyên wan pêk bînin, didin
Nasnemeya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Munzir Xelef
Navê dê: Sureya
Navê bav: Casim
Cihê ji dayikbûnê: Tirbêspiyê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 28’ê Gulana 2022’an”