NAVENDA NÛÇEYAN
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê, li cîhanê mînakeke berxwedanê ya bêhempa nîşan didin. Yek ji van berxwedêran Gerîlaya YJA Starê Viyan Sema Aydin e.
Sema Viyan Aydin a ku bi rêhevalên Amara û Ferman re di êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastina Medyayê de şehîd ket, di sala 2020’an de ji Ajansa Nûçe Ciwan re roprtajek dabû. Şehîdên Kurdistanê çirayên me ne ku rêya me ronî dikin. Şehîd Viyan Sema yek ji fermandarên me yên li Aydinê ye ku her gotina wê ji bo me weke perspektîfekê ye, têkoşîna tevgera azadiyê bi awayekî xort bi raber dikir, şehîd Viyan Sema têkoşîna azadiyê bê navber dide meşandin û bibû yek ji sembolên teqezkirina serkeftinê.
Şehîd Viyan Sema Aydin li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Di temenê biçûk de têkoşîna azadiyê nas dike û tê de cih digire. HPG’ê der barê şehîd Viyan Sema Aydin de ev tişt anî ziman; “Rêhevala me Viyan a ku bi sadebûn, tûjbûna bîrdozî û helwesta xwe ya biryardar her tim di jiyanê de roleke erênî û bandorker lîstiye. Zanebûn û ezmûna ku di şer, jiyan û perwerdeyê de bi dest xistiye, bi rêhevalên xwe re hertim parve dikir û bi vê rengî hevalên xwe jî perwerde dikir.”
Dewleta Tirk a dagirker ku di 23’ê Nîsanê de li ser herêma Avaşîn, Metîna û Zap’ê êrîşên dagirkeriyê dabûn destpêkirin, lê li wê de bi berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ew têk çûn. Gerîla li hember êrîşên dagirkeriyê berxwedanek bê hempa ku ji nû de destan û dîroka gelê Kurd dinivîse raber kir. Yek jî ji gerîlayên ku li hember dagirkeriyê bi qehremanî têkoşîn kiriye û berxweda ye, hevrê Viyan e. Rêheval Viyan bi sekna xwe ya dilnizim, bûye yek ji mînakên gerîlayên Modernîteya Demoqratîk. Rêheval Viyan yek ji wan hevalan bû ku derbên giran li dagirkeran dida, di afirandina taktîka gerîlayên nûjen de roleke girîng lîstiye, ji ber vê yekê jî ji têkoşîna serkeftinê re pêşengtî kiriye.
Roprtaja ku şehîd Sema Viyan ji ajansa me re daye li ser lînka li jê re ye;
https://www.nuceciwan105.xyz/ku/gerilaya-yja-star-sema-azadi-li-ciyayen-kurdistane-ye/