DRANCY – Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Drancy ya paytext Parîsê, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane dest pêkirin, meşeke girseyî li darxistin. Ciwanan dan diyarkirin wê bi hembêz kirina berxwedana gerîla re, wê têkoşîna xwe li dijî dagirkerî û faşîzmê ve bilind bikin.
Di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate kirin û li kêleka wê pankartên ku li ser wan êrîşên dagirkeriyê hatiye şermezar kirin bilind kiribûn.
Di meşa ku nêzî 1 saet’ê de dewam kirî, berxwedana gerîla hate silav kirin, dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê jî hatin şermezar kirin.