NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê re daye destpêkirin, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi Meşeke Dirêj ku 3’ê rojan dewam kir hate şermezar kirin.
Meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan, di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”, hatî li darxistin, di nava 3’ê rojan de bi coş û kelecaneke mezin dewam kir.
Ciwanên ku tevlî meşê bûne helwestên xwe yên li dijî dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê bi tundî raber kirin û dan diyarkirin ku, ger çiqas dewleta Tirk êrîş bike, çiqas kîmyasalan li dijî gerîla bikarbîne, wê nikaribe vîna ciwan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bişikîne.
Meşa ciwanan ku ji bajarê Qamişloyê di 30’ê Gulanê de hatibû destpêkirin, di 1’ê Pûşperê de li bajarê Dêrîkê bi dawî bû. Di dema dawiya meşê de komek ciwan ku ji pêkhateya Kurd û Ereb bûn, bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin. Ciwan û jinên ciwan ên beşdarî meşê bûne jî diyar kirin ku ewê li dijî dagirkerî û xiyanetê li qadan bin.
Me wêneyên ku di meşa de hatine girtin ji we re berhev kirin…