NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku vê sibê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 hewldanên çeteyan ên dagirkirina herêmê li bakurê bajarê Minbicê têk birine. Hewldana çeteyan piştî topbarankirina gundên herêmê pêk hat.
QSD`ê diyar kir ku ev hewldan ji bo destpêkirina êrişeke nû ya dagirkeriya Tirk pêk tên.
QSD`ê wiha da zanîn: “Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên leheng dijmin neçarî vekişînê kir û rê li ber pêkanîna operasyonên din girt.”