SÊRT – Cenazeyê gerîlaya YJA STAR’ê Saniye Toprak ku di 23’yê Tebaxa 2021’an de li herêma Gabarê ya Şirnexê di bombardûmanekê de şehîd bû, li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê li “goristana bêkesan” hatibû veşartin.
Malbata Toprak di 11’ê Îlona 2021’an de çûbû Nexweşxaneya Dewletê Dihê ya Sêrtê û ji bo DNA’yê xwîn dabû. Piştî xwîna malbatê û cenaze li hev derket, dozgerî îro telefonî malbatê kir. Malbat piştî 284 rojan cenazeyê Toprakê wergirt.
Malbat cenaze bir gundê Parês ê navçeya Dihê ya Sêrtê. Malbat dê cenaze li gund veşêre.