Artêşa dewleta Tirk di 17’ê Nîsanê de li ser erda Başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke din a dagirkeriyê kir. Vê carê jî navê vê tevgerê operasyona pençe-kîlît e. Heta niha bi dehan operasyonên berfireh li dijî başûrê Kurdistanê pêk anîn û her carê jî navek lê kirin. Lê navê vê carê balkêş e. Balkêşbûna wê jî ji kilîtê tê. Vî sernavî gelekî bala min kişand. Min navê pençe fêm kir, lê min mane neda bikaranîna navê kilîtê.
Gelo çima kilît?
Yekser PDK hat bîra min. Di nava 4 mehên destpêkê yên îsal de Mesrûr Barzanî 3 caran çû Tirkiyê û bi Erdogan re hevdîtin kir. Nêçîrvan Barzanî jî di heman demê de îsal 2 caran bi Erdogan re rûnişt. Ewqasî zêde hevdîtinên Barzaniyan bi Erdogan re çênebûbûn. Piştî van hevdîtinan jî tevgera dagirkeriyê li dijî herêma Zê (Zapê) dest pê kir. Dewleta Tirk ji bo karibe tevgera dagirkeriyê pêk bîne, PDK kir kilîta operasyonê. Yanî, heger PDK nebe wê nikaribe rehet tevbigere. Ji ber vê yekê, navê tevgerê jî kirin pençe-kilît.
Tam di salvegera êrişên 23’ê Nîsanê de dest bi vê tevgera dagirkeriyê kirin. Hem dewleta Tirk, hem jî PDK’ê xeyal dikir ku di 23’ê Nîsana 2021’ê de derbeke giran li PKK’ê bixin. Ji bo vê yekê jî dest bi tevgereke dagirkeriyê kirin. Di van êrişên xwe de her cûreyê çekên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên jehrê bi kar anîn. Lê nekarîn gerîlatiya serdema nû tine bikin. Gerîlayan bi performans û taktîkên xwe dagirker şaşo maşo kirin. Ji çeperên şer heta tûnelan, rê û rêbazên nû xistin meriyetê. Welê lê hat ku Artêşa Tirk nekarî eskerên xwe bi helîkopteran deyne.
Artêşa Tirk ku nekarî bi berxwedana gerîlayan, vê carê jî dest bi talankirina xwezayê kir. Agir bi çiya û zeviyên Kurdistanê xist û çi zindiyek hebe, tine kir. Ji valakirina gundan heta bi birrîna daran her cûrê xerabî kirin. Hikûmeta Başûr, bi serkêşiya PDK’ê ku piştgirî û destûr da êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, valakirina gundan û firotina zeviyan ji bo Tirkiyê pêşkêş kir. Lê belê ev kirin û hewldanên dewleta Tirk bi kêr nehatin û nekarî bi berxwedana gerîla.
Fermandarê biryargeha navendî ya parastina gel Mûrat Karayilan, piştî destpêkirina operasyonan ji Stêrk TV re axivî û got, gerîlayên wan serketî ne. Ji bo rola PDK’ê ya di operasonan de jî bangeke wî li PDK’ê hebû. Wî digot, bila PDK xwe bide aliyekî û li me temaşe bike, ew ê bibîne bê em çawa dagirkeran ji ser vê axê diqewitînin. Ji ber ku heger PDK nebe, hevkarê wan wê dewleta Tirk nikaribe bi ser gerîlayan de biçe. Lê ji agahî û dîmenên dawî em dibînin ku PDK bi gotin û kiryarên xwe bûye kilîta dagirkeriyê.
PDK bi vê yekê li ber xwe jî xera dike. Ji ber ku derdê dewleta Tirk ne PKK û PDK ye. Derdê wê ew e ku xwe bigihîne sînorên Mîsaqî Mîllî. Yanî ew deverên ku di peymana Lozanê de ji dest çûne, careke din têxe destê xwe, dagir bike. Ji bo vê yekê, niha dixwaze PDK bi PKK’ê re bide şerkirin û rojeva Kurdan jî bi vê mijûl bike. Ji bo ku Kurd Lozaneke din nefikirin û bê statu bimînin, her tişt tê kirin. Rojeva Kurdan divê ev mijar be. Divê Kurd destûrê nedin vê dagirkeriyê. Divê Kurd destê xwe nexin destê dagirkeran û nebin neyarê gelê xwe. Bila nefikirin ku bi Zê re wê dawî li PKK’ê bînin. Îro pirraniya Kurdan bi PKK’ê re ne û dilê wan ji bo gerîlayê wan lê dide. Heger PDK bi PKK’ê re têkeve nav şerekî, wê wenda bike û rûreş bibe. Ji liv û tevgera wan ez fêm dikim ku PDK ne tevgereke Kurdistanî ye. Heger Kurdistanî bûya, wê mezin fikirîba û gavên mezin avêtibana. Rêveberiyeke ku ji malbata Barzanî pêk tê û li ber lingê Erdogan radibin û rûdinên. Rêveberiyeke bi vî rengî wê çi bide Kurdan gelo? Derdê Erdogan bi Kurdan re çi be, yê Barzaniyan jî ew e. Desthilatdariyên bi vî rengî mehkûmî têkçûnê ne. Heger PDK bibe kilîta dewleta Tirk, vê carê wê derî li xwe bigire. Wê ew kilît nema vebe û li pişt derî bimîne.
Aslan Aslan Nivîsandî…