NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, îro 2’yê Hezîranê bi dehan moşek û hawinan Zirgan ji hêla çeteyên delweta Tirk a dagirker ve hate topbarankirin. Ew yek jî berdewama binpêkirina peymanên navneteweyî ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast kir ku navendên xizmetguzariyên giştî û navenda hêzên wan di du rojên borî de bi zêdetirî carekê hatin topbarankirin û gelek zirarên madî çêbûn.
Li gorî malperê, di encama topbaranan de gelek welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.