STENBOL – Vê sibehê polîsan girtin ser avahiya li Beyoglûya Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK).
Polîsên Tirk derî şikandin û nava avahiyê saxtî kirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê hate kirin û di serdegirtinê de hinek materyal hatin desteserkirin.
Hate diyarkirin di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li 10 bajaran girtine ser malan û derbarê 42 kesan biryara destgîrkirinê heye.
Heta niha ev kes hatine destgîrkirin: Rêveberê Navenda Giştî ya HDK’ê Abdurahman Ozturk, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Kenan Yildiz, Hevserokê HDP’a Kirikkaleyê Yakûp Aslan, Rêveberê HDP’a Bagcilarê Ramazan Kirkpinar, Hevserokê HDP’a Beylikduzuyê Îrfan Hulaku, Hevseroka HDP’a Edîrneyê Melehat Çelîk, Hevseroka berê ya HDP’a Tekîrdagê Alev Ataş, Rêveberên HDP’ê Omer Guven, Huseyîn Gozen, Emîn Şen û Ercan Ogeday, rêveberê MATÛHAYDER’ê Cîhan Kartal û rêveberê GOÇ-DER’ê Şeref Kaya.