NAVENDA NÛÇEYAN – Li Başûrê Kurdistanê kuştina jinan an jî mirina bi guman a jinan zêde dibe.
Li gorî nûçeya NûJINHA’yê, beşeke mezin a komkujiyên jinan ên li herêmê weke ‘namûsê’ li nava raya giştî têne belavkirin. Di encama polîtîkayên li herêmê de meha Gulanê 10 jin û 3 zarok hatin qetilkirin an jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
MÊR ÊN KU BERÊ GILIYÊ WAN HATIBÛ KIRIN, JIN QETIL KIRIN
Li gorî vê yekê meha Gulanê lİ Başûrê Kurdistanê bûyerên komkujî û tundiyê wiha ne:
“*Li bajarokê Çemçemal ê Silêmaniyeyê, li taxa Sengawayê 2’ê Gulanê mêrekî jin a pê re zewicî bû û 3 kes bi çekê qetil kir, xesiya xwe jî bi giranî birîndar kir. Beriya vê komkujiyê giliyê kujer hatibû kirin.
* Li kampa koçberan a Bêrsîvê ya Zaxoyê jin a Êzidî E.Q.E. di 5’ê Gulanê de zexta xwekuştinê lê hate kirin.
* Li taxa Pence Elî ya Kerkûkê 5’ê Gulanê mêrê bi navê Nasir Elî Feteh jin a pê re zewciî Leyla Salih Mehemed qetil kir.
* Li taxa Zergete ya Silêmaniyeyê jinek şeva 5-6’ê Gulanê ji aliyê mêr ê pê re zewicî bû bi kêrê hate qetilkirin. Xizmên jinê diyar kirin ku mêr ê kujer berê hatibû girtin, lê belê tevî ku giliyê wî hatibû kirin jî piştre hatibû berdan.
* Li taxa Tecîl a Hewlêrê di 9’ê Gulanê de mêr ê bi navê A.T.M. jin a pê re zewicî bû Bihar Zekerya Feteh qetil kir.
*Li taxa Serhildan a Duhokê 10’ê Gulanê jinek ji aliyê mêr ê pê re zewicî bû hate qetilkirin.
* Li bajarokê Çemçemal ê Silêmaniyeyê mêrê bi navê D.A.M. êrişî mala T.Î.M kir ku pê re zewicî bû û ji ber tundiyê vegeriya bû mala malbata xwe. Di encamê de kesek hate kuştin.
* Li taxa Şoreş a Hewlêrê 14’ê Gulanê mêrekî êriş bir ser mala malbata jin a pê re zewicî bû. Di êrişê de jin birîndar bû.
* Rêveberiya polîsan a Pêncewînê diyar kir ku 17’ê Gulanê cenazeyê zaroka 14 salî hatiye dîtin.
* Li Zaxoyê di 21’ê Gulanê de jinek kuştî hate dîtin.
* Li bajarokê Berdereş ê Duhokê li gundê Nezraweyê di 23’ê Gulanê de mêrekî jin a pê re zewicî bû qetil kir.
* Li Gewreguska ya Hewlêrê zarokek di 23’ê Gulanê de zext lê hate kirin ku xwe bikuje.
* Li Hewlêrê di 25’ê Gulanê de Temîne Ezîz li mala xwe bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.
* Li bajarokê Kelarê yê Germiyanê di nava 8 saetan de cenazeyên jin û zarokekî hate dîtin.”