ÊLIH – Gerîlayê HPG’ê Serdar Batman (Mehmet Çelîk) ya ku sala borî di meha Gulanê de li Taxa Firqê (Salkmî) ya navçeya Pasûrê ya Amedê şehîd bibû, hat definkirin. Malbatê 6 meh berê li Amedê ji bo testa DNA ya malbatê nimûneya xwînê da. Cenazeyê ku li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hat dîtin, di 1’ê Hezîranê de radestî malbatê hat kirin.
Malbata ku cenaze wergirtin, li Goristana Girbareşk (Îkiztepe) ya navenda bajarê Êlihê bi merasîmeke girseyî spartin axê. Sersaxî ji bo şehîd Serdar Batman li Taxa Baglarê li malbatê hate kirin.