COLEMERG – Li Colemêrgê, operasyona leşkerî ya li çiyayê Sipêrêzê dest pê kiribû, di roja 4’emîn de didome.
Operasyona ku artêşa Tirk di 31’ê gulanê de li herêma çiyayê Sipêrêzê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê dabû destpêkirin, di roja 4’emîn de didome. Operasyon li gundên Pagê, Tilorana Jêr û Jor, Kuçe, Zîzan, Memkava, Meşkan, Kelban, Yekmala, Jor û Jêr, Darê, Kaportê, Çardîwar, Mûşan û herêmên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omarê, Pagê û Topizawayê berdewam dike.
Hat destnîşankirin ku li herêma operasyonê bi şev ceyran û şebekeyên telefonan tên qûtkirin.