NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyarkir ku piraniya êrişan dijî hêzên ku di berjewendiya gelan de têdikoşin tê kirin, ji bo vê li hemû Kurdistanê Tevgera Apoyî bûye tê hedefgirtin û got; “Gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin, bi taybet ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di hemû eniyên şer de cih digrin.”
Hevseroka Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn tevlî bernameyek taybet ya televziyona Aryen Tv bû.
Zîlan Vejîn behsa têkoşîna gerîla û gelê Kurd kir û got; “Gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin, bi taybet ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di hemû eniyên şer de cihê xwe digrin.”
Zîlan Vejîn got ku hemû cîhan li hemberî şerê li Kurdistanê bêdengin, lê civakek ji bo azadî û aştiyê xwedî li têkoşîna xwe derdikeve. Vejîn di dewamê de dibêje; “Piraniya êrişan li hemberî hêzên ku di berjewendiya gelan de têdikoşin, tê kirin. Ji bo vê jî li hemû Kurdistanê Tevgera Apoyî dibe hedef. Ti êriş li ser PDK nayê kirin, ji ber ku ti metirsiyek li ser dewlet û sîstemê ava nakin, ew jî ji heman sîstem û desthilatêne.”
Vejîn di dewamê de behsa nerazîbûnên li Îranê kir û got; “Em piştgiriya nerazîbûna welatiyan ya li Îranê dikin, ji ber ku daxwaza mafê xwe yê rewa dikin û demokrasiye. Eger hêzên Îranê êrişî gel bikin, parastina rewa mafê gele. Ger nerazîbûna di nava civakê rêxistinkirî be, wê rejîma Îranê di nava heftiyek de hilweşe.”