ŞEHBA – Bi dirûşma “Di sala serkeftinê de îxanetê têk bibin, serfiraziya Kurdistanê misoger bikin” Tevgera Xwendekarên Demokratîk di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoresger a herêma Efrînê de festîfala 3’yemîn a xwendekaran di roja yekem de dan dest pêkirin.
Bi dirûşma “Di sala serkeftinê de îxanetê têk bibin, serfiraziya Kurdistanê mîsoger bikin” Tevgera Xwendekarên Demokratîk di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoresger a herêma Efrînê de festîfala 3’yemîn a xwendekaran li lîstikgeha Babinênsê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê kir.
Di festîfalê de hemû xwendekar, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Werzîşê amade bûn. Lîstikgeh bi alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, her wiha wêneyên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatibû xemilandin. Festîfal bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pêkir.
‘Em bi hêvî ne ku ev festîfal bibe festîfala serfirazî û azadiya Kurdistanê’
Endama Meclîsa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Efrînê Fatma Hec Mihemed axivî û got: “Di destpêkê de em festîfala 3’yemîn a xwendekaran li hemû kesên amade pîroz dikin. Di pêvajoyek wiha de li darxistina festîfalek wiha wateyek pir girîng dide. Armanca me ji vê festîfalê ewe ku ciwan hêz û xwestekên xwe derxînin pêş û xwe pêş bixînin. Her wiha xwe bi rêxistin bikin û ji bandor û lîstikên dijmin ên şerê taybet dûr bikevin. Di dawî de jî em bi hêvî ne ku ev festîfal bibe festîfala serfirazî û azadiya Kurdistanê.”
Piştre lîstika bîng bong, şah, voleybol, bazdan, kişandina ben, mendîl, futbol hatin leyîstin.
Mihrîcan bi xelatkirina lîstikvanên ku bi ser ketine bi dawî bû.