NAVENDA NÛÇEYAN
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
‘Ne jin ji mêr, mêr ji jinê zêde bûye’
“Bêguman, wek her cureyekî cins xwezayek jinê jî heye. Ji civakîbûyînê jî wêdetir her roja diçe biyolojî îspat dike ku jin wek cinsekî biyolojîk jî hebûneke navendî û çavkanî ye. Bi kurtî bedena jinê ya mêr jî di hundurê xwe de dihewîne, lê ya mêr a jinê di hundurê xwe de nahewîne. Berovajî pirtûkên pîroz, ne ku jin ji mêr, mêr ji jinê zêde bûye. Kromozonên jinê ji yên mêr pirtir in. Xwînbûyîna jinê ya serê mehan ku jê re wek kêmasî û şermekê tê hesibandin, têkiliyeke wê ya nazik bi xwezayê re heye. Xwîn herikîna ji malzarokê, divê wek herikîneke jiyana xwezayî ya hê neqediyaye were fêmkirin. Damara sereke ya jiyanê hînê neqediyaye û dewama wê, divê wek îradeya jinê were fêmkirin. Mijarên mîna nexweşiyên jinê têne bi navkirin, ya rastîn nîşaneyên jiyanê ne. Ji ber ku jin navenda jiyanê temsîl dike. Pirsgirêkên tevlîhev ên jiyanê di malzaroka jinê, zikê wê de diqewin. Zarokê ji wê dibe û navika pê ve mîna xeleka dawî ya jiyanê be. Li hemberî vê rastiyê mêr wek parçeyek an jî laqekî jinê xuya dike.”
‘Ji ber jin navendiye mêr hesûdiyê û çavnebariyê dike’
“Yek ji îspatên vê rastiyê, hisa hesûdî û çavnebariya zêde ya mêran e. Jin zêde ji xwe piştrast disekine, lê mêr di cihê xwe de ranaweste, nahewe. Mîna belayekê li dora jinê digere, natebite. Ev hemû çavdêrî nîşan didin ku bedena jinê hêlîna qelsiyan nîne, berovajî navenda hebûnê ye. Ji lewra divê jin xwe ji navlêkirinên çanda mêrên serdest ên mîna “nexweş, kêm” tavilê xilas bike û red bike. Pêwîst e berovajiyê wê nîşanî mêr bide. Jixwe em wexta dibêjin; divê jin ji bedena xwe piştrast be, em vê rastiyê destnîşan dikin.”
‘Mejiyê hîsî ya jinê xurt e’
“Di encamê de ev pêkhatina fizîkî ya jinê mejiyê hisî li cem xurtir dike. Mejiyê hisî ew mejiye ji jiyanê qut nabe. Empatî û sempatiyê bi awayekî xurt di xwe de dihewîne. Wexta li cem jinê mejiyê analîtîk pêş bikeve jî bi hebûna mejiyê xwe yê hisî bi jiyanê ve hê girêdayî ye, giran e, xwedî wê qabîliyetê ye, texrîbkar nîne. Mêr qasî jinê ji jiyanê fêm nake. Jin bi xwe jiyan e (Di zimanê Kurdî de ku ji koma zimanê Aryen e, jîn bi maneya jiyanê ye), qabîliyetek e; di her warê jiyanê de ji durûtiyê dûr e, nişmî ye û zelal e. Ev qabîliyeta jinê xurt e. Em vê yekê ji jiyana xwe ya şexsî jî baş dizanin.”