Girngiya çandê û rola wê di avabûna civaka mirovahiyê de, em dikarin çand wekî sitûna esasî ya civakbûna mirovahiyê pênase bikin yan jî mirov dikarê wiha bêje. Çand şahdamara civakê ye, ji ber kû em nikarin civakekê bê çand xeyal bikin û ne gengaze, ji ber kû çand rihê civakêye. Çawa kû beden bê rih miriye û çênabe. Civak jî bê çand bedeneke miriye, lewra ya kû civakê dike hebûn û bi wate dike çande. Çand nasnameya civakbûna mirovane ye, yê kû mirovan ji zindiyên dîtir cuda dike. Çande her civak û her netew bi çanda xwe, xwe îfade dikin û didin naskirin. Mirovahî di dîroka xwe de hebûna xwe bi çand îspat kiriye, mirovahî bi çand re civak avakirin û hebûn bi wete kirin. Em dibînin kû bi hatina mirovan ya li ser axa Mezepotamiya yê kû axekî bixêr û bi berekete, însanan cara yekemîn xwe li vê derê bi cih kirine û civak ava kirine. Cara yekemîne dema genim keşif dikin hêdî hêdî dest bi çandiniyê dikin û her diçe çandinî berfrehetir dibe û dest bi keşifkirina hin gîhayên xwarinê û ya dermanan dikin. Hêdî hêdî xwedî kirina sewalan pêş dikeve. Bê guman ev yek jî bi hêsanî çênebûye, lê pir bedelên giran hatin pêşkêşkirin heya ev jiyan ava kirine.
Ev serdema kû em behsa wê dikin jiyan bi giştî bi pêşengtiya jin bi rêve çûye. Ev berhem û afrêneriyên kû me di serîde destnîşankirin hemû bi ked û zanista jinê hatin îcadkirin. Jin- dayîk ji bo kû zarokên xwe biparêze û hebûna mirovatî mayinde bike gelek berhem afrandiye. Berhemên çandinyê, berhemên nan çêkirinê û ji axê xanî çêkirine. ji bo xwe, zarok û derdora xwe ji sermê biparêze, ji hirêya pez û mûyên bizinan fayde girtine, her wiha ji çermê wan jî gelek berhem çêkirne û bi tayibetî pê amûrên hunerî çêkirine. Ji ber kû jin bêtir nêzî xwezayê bû, lewra ji xwezayê gelek ezmon li gel çêdibe. Him fêrî jiyanê dibe û him dide fêrkirin. Ev dihêle kû peywendiya xweza û mirovan pir xûrt bibe, ji ber kû jin pêşengtî ji jiyanê re dikir. Herkes li dura jinê kom dibû , ji bona vê yekê jin hertim bû mamosteya jiyanê ji mirovahiyê re pêşengayetiyek xwezayî kiriye. Ji bo civaka insanî mayinde bibe, zagonên exlaqî ava kir. Ev ya jî bû weke çandekî jiyan kirinê. Ev çand çi bû? yek komînal jiyan kirin bû û xwe li hember jiyanê berpirsyar dîtin hebû. Çanda hevdû fikrandin hebû ji bo herkesê kar hebû bêkarî wekî heqaretekî bû ji bo vê jî li gorî her kesî kar hebû, herkes bi civak û derdora xwe dihiziryan, berjewendiyên şexsî nebûn. Civakibûn, çanda hevdû fikrandin hebû, Çanda nirxdayîn ji hemû zindiya re hebû. Nirxdayîn ji xweza û mirovani re hebû. Ji bo vê jî xizmetekî pir mezin ji çanda mirovahiyê ra kirine. ji ber kû civakbûn li dora jinê kom dibû, ji ber kû jin rêberê çanda civakbûna mirovahiyê bû. Jiyana kû jin pêşengitiya wê dikir çanda madî û mehnewî pir li pêş bû, jiyan bi wate bû, insanyet bi wate bû. Lewra yek ji sedemên kû hêzên deshelatdar ewqasî bi rengek hovan êrîş dibin ser jin ev hêza wê ya afrîneriyê bû, rol û bandora wê ya li ser civakêye. Ev hêzên xwedî hişmendiya zilamsalarin bi van êrîşên xwe yên dirinde di şexsê jin de dixwazin dawî li çanda mirovahiyê bînin, ( çanda jin ). Ermanca wan ya serek ji van êrîşan ewe kû civakê lawaz bikin û parçe bikin da kû bikarin siyasetê li ser bikin û bixin bin hakîmiyeta xwe. Cara pêşî êrişî jinê hate kirin, nirxên kû jinê bi keda xwe ava kiribû jê hate dizîn, kirin milk. Ev êrişane heya roja me ya îro jî berdewamin.
jin ji bo kû çanda însanî biparêze berxwedaniyek pir mezin nîşan daye, tekoşînek bê hempa meşandiye. Di civaka kû tê de her tim jin ji çanada wê re pêşengayetî kiriye ti carî serê xwe ji hêzên dagirker re netewanidiye. Mînakê vê jî gelê Kurde. Gelê Kurd ti car sîstema destheladar qebûl nekiriye, hertim li hember şaristaniya dewletparêz li berxwedaye û çanda civaka xwezayî ji bo xwe bingeh girtiye û jiyan kiriye. Di dîrokê de heya roja me ya îro bi her şêwazî êrişên pir hovane li ser hebûna gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd tê meşanidin. Gelê Kurd hertim bi rêka çand, hebûna xwe parasitiye û temsîla civaka xwezaiyî kiriye. Bi rêka çîrok û kilaman heqîqet anîne ser ziman û li hember xeteriya qirkirinê hebûna mirovahiyê, parasitina gelê Kurd hertim bi rêka dengbêjî, xweşikbûna civaka xwezaiy aniye ser ziman û pesinê wê daye û heman demê êşên kû kişandine bi rêka dengibêjî aniye li ser ziman. Gelê Kurd bi rêbazên hunrî hebûna xwe parasitiye, yê kû pêşengtiya wê berxwedaniyê kiriye jina Kurd bûye. Jina Kurd hertim temsîla jiyana xwezayî kiriye û bi rêka dengbêjî hebûna mirovahî parastiye. Ji bo wê jî hêzin dagirker hertim êrîşê nirx û çanda gelê Kurd dikin dixwazin bi tune kirina çandî û qirkirna çandî gelê kurd qir bikin. Mînaka wê ya herî ber çav di roja me ya îro de ev rastî tê dîtin, bi parçe kirina Kurdistanê hêzên dagirker siyaseta qirkirina çandî li ser gelê Kurd dimeşînin. Ji bo vê jî Rêber APO di parêznameya xwe ya dawiyêda gotebû ‘’ parasitina gelekî di pençê qirkirina çandîda ‘’ Rêber APO bi vê gotinê balkişandiye li ser xeteriya herî mezin a li ser hebûna gelê kurd û mirovahî.
Bêrîtan Hewraman