PARÎS – Li banliyoya Evry ya paytexta Fransayê, Parîsê, ji bo gerîlayê HPG‘ê Mahîr Mazlûn (Mehmet Aslan) ê ji Ewrupayê tevlî gerîla bû û 24‘ê Gulana 2022‘yan di çalakiya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zapê de şehîd bû, bi tevlêbûna malbata wî û bi sedan Kurdistaniyan meresima bibîranînê hat lidarxistin. Di meresima bibîranînê ya li Navenda Civaka Kurd a Evryê hat lidarxistin de ji bo giyanêr şehîdên şoreşa Kurdistanê rêz hat girtin.
Piştî pêşkêşkirina sînevîzyona li ser nirxandinên têkildarê şehîdan ên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û nirxandinên Fermandarê Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel Mûrat Karayilan ên li ser Şerê Şoreşkeriyê yê Gel û axaftinên şehîdan li ser jiyana têkoşînê ya Mahîr Mazlûm axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin Mahîr Mazlûm destaneke fedakariyê ya xebatên şoreşkeriyê yên ciwanan ên ji Ewropayê ber bi Zapê ve ye û ev tişt hatin gotin: “Ew ji xeyalên zarokatiyê yên Rêbertiyê dihat. Li ser axa Xelfetiyê bi dîroka azadiyê haveyn bû û pê xwedî bû. Mîna firfirokeke azadiyê ber bi xwebûnê ve dest bi meşê kir. Pêşî çû Elmanyayê. Li wê derê tev li xebatên ciwanan bû. Sala 2014‘an berê xwe da axa pîroz a Kurdistanê. Di têkoşîna gerîlatiyê ya bi 8 salan de bi taybetî perwerde bû. Hemû berpirsyariyên xwe bi serkeftin û moral bi cih anîn. Herî dawî li Qada Parastina ya Zapê li dijî dagirkeriya artêşa dewleta Tirk bi berxwedaneke dîrokî derbeyên xedar li dijmin xistin. Piştî erka xwe ya di operasyona tolhildanê li dijî çeperên dijmin li Qada Parastinê ya Kanîreşê dema vekişînê şehîd bû.“
Meresim bi silogana ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.