NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçegiha Rojnewsê, duh bi şev artêşa Tirk a dagirker ji nav baregehên xwe yên di nava Başûrê Kurdistanê de, herêmên Kayreşk, Kewertê, gundê Sîran û Gelî Derawî yên dikevin ser bi herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê, topbaran kirin.
Di dema topbaran dihat kirin de balafirên bê mirov jî li ser herêmê difiriyan.
Gorî agahiyan, di encam topbarana dewleta dagirker de, ziyanek mezin bi bax û baxçeyê xelkê herêmê ketiye û agir bi daristana li herêmê ketiye.