STENBOL – Yekîneya Tolhildanê ya DGH’ê a Şehîd Zeryan Denîz Amed li Umraniyeya Stenbolê çalakiyeke sabotajê li darxist. Çalakiya Yekîneyê li dijî cihê ku wesiyetan difiroşin ku ayîdî faşîstane hate kirin, di encamê de gelek wesiyet bê kar hatin hêştin.
Yekîneya Tolhildanê ya DGH’ê ya Şehîd Zeryan Denîz Amed bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiyên xwe eşkere kirin û diyarkirin ku çalakî li ser esasê seferberiya ya bi dirûşma “Li dijÎ dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” hatiye li darxistin.
Di daxuyaniyê de DGH’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ku bê navber hem li çiyayên Kurdistanê û hem jî li bajarê Kurdistanê û got ku wê li hember van êrîşan wê bi rihê gerîla li bajaran çalakiyan li darbixin.
Heman demê de DGH’ê da diyarkirin ku kî destek bide êrîşên dagirkeriyê û faşîstan wê yekane di hedefa DGH’ê de be.