Tevî ku li ser qirkirina Ermeniyan re 107 sal derbas bûn jî, hîn dewleta Tirk a faşîst bi heman zîhniyetê kar ji bo tinekirina gelê Kurd dike.
Komkujiyên li dijî gelên azadîxwaz rûpelên dîrolê sor kiriye. Heta niha jî tirsa dubarebûna komkujiyên gelan berdewam dike. Komkujiya Ermeniyan, komkujiya Holokost (ya cuhiyan) li Başûrê Kurdistanê komkujiyên li dijî Kurdan enfal û kîmyabaran, komkujiyên Bakurê Kurdistanê, Dêrsim, Amed, Agirî, Geliyê Zîlan û Robûskî, komkujiya Kurdên Feylî, fermanên li ser Êzidiyan û bi dahan sûcên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê hêzên dagirker û faşîst ve hatine kirin. Di van komkujiyan de bi hezaran kes bûne qurbanî.
Dîroka Tirk û Ermenan weke du neteweyan ji komkujiyan tijîne. Timî desthilatên Tirk hebûna Ermeniyan qebûl nekirine. Lewma zêdetirî hezar salane her desthilatek Tirk hatibe li ser text li hemberî gelê Ermen komkujî pêk anîne.
Di destpêka sedsala 11’an de eşîrên Tirk ji Asya Navîn ku bi selcûkiyan dihatin naskirin, berê xwe dane rojhilat. Di salên 1048 û 1049’an de du caran êriş kirin ser Ermeniyan û ji wan bi hezaran kes qetil kirin. Welat wêran kirin.
Careke din di sala 1054’an de gava sêyemîn Tirkan bi rêveberiya Sultan Tuxrul Beg ji Atrapatka ber bi Ermenistanê ve destpê kir. Li gel talankirinê, kirin qirkirgeh.
Di sala 1064’an de Sutlan Alp Arslan ku cihnişînê Tuxrul bû, cara çarem Ermenistan dagir kir. Di sala 1071’an de jî li dijî Ermeniyan pêngavek nû destpê kir û Selcukiyan li Melazgirdê li dijî Romiyan serkeftin. Vê yekê wiha kir ku beşek zêde ya xaka Ermenistanê ji aliyê Tirkan ve were dagirkirin.
Di sedsala 13’yan de, Moxol û Tateran êrişî Ermenistanê kirin û di sala 1236’an de artêşek 20 hezar kesî herêma Çarmaqan, Qafqaz û Ermenistan girtin. Moxolan nêzî 200 salan hikûmê Ermenistanê kirin. Dagirkeriya Moxolan bû sedema wêranbûna Ermestistanê.
Di dawiya sedsala 14’an de careke din eşîrên Tirk bi fermandariya Teymûrê Leng êrişî Ermenistanê kirin. Di encamê de, di sala 1390’an de seranserî Ermensitanê dagir kirin, bajarên wê wêran kirin û xelkê wê qetil kirin.
Di navbera Sefewî û Osmaniyan de parvekirina Ermenistanê
Di sala 1514’an de li Çaldêranê di navbera Sefewî û Osmaniyan de şer rû da. Di encamê de di sala 1555’an de yekem peymana fermî di navbera Osmanî û Sefewiyan de hate kirin. Li gorî vê peymanê Ermenistana rojhilat ji Sefewiyan re ma û Ermenistana rojava jî li Osmaniyan re.
Di sala 1574’an de Osmaniyan bi rêveberiya Şah Ebas rojavayê Îran û Qafqazya dagir kir. Şah Ebas ferman da ku herêmên Ermenistanê veguhezînin navanda Îranê. Bi vê yekê re careke din li dijî Ermeniyan komkujî û wêrankarî pêk hat.
Komkujiya mezin a li dijî gelê Ermen
Dema ku şerê cîhanê yê yekem nêz di bû, Împaratoriya Osmanî jî li ber têkçûnê bû. Ew împaratoriya mezin, roj bi roj diheliya. Îtîhat û Terakî a ku di sala 1908’an de dest danîbûn ser rêveberiya Osmaniyan û li dû rojên bi îhtiras bûn, li rêyek xelasiyê digeriyan. Wan digot; Em ê ji Derya Spî hetanî Adrîyatîkê dewletek ji neteweya Tirk pêk tê avabikin.
Di sala 1914’an de destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, ji bo Îtîhat û Terakî ya Tirk derket çêbû ku bi hînceta ‘derxistina aloziyan’ Ermeniyan qetil bikin. Di destpêkê de bi propagandeyek xwestin Ermeniyan reş bikin. Gotin li kêleka Rusya cîh girtinin, dixwazin dewletek serbixwe avabikin, çek girtinin erîşan dikin. Ev jî parçeyek amadekariyên komkujiyê bûn. Di 24’ê Nîsana 1915’an de Tirkiyeyê dest bi pêngava qirkirina Ermeniyan kir û 2 salan berdewan kir.
Li gorî çavkaniyan li bajarên cuda yên Tirkyeyê û Bakurê Kurdistanê ango herêmên di bin kontrola Osmaniyan de milyonek û nîv Ermenî hatin qetilkirin û nêzî 500 hezar Ermenî l ser warê xwe bûn.
Di navbera sala 1915’an 1923’an bi Ermeniyan re, 500.000 Suryanî, 750.000 Helen jî hatin koçkirin.
Naskirina qetilkirina Ermeniyan
Tevî ku li ser qirkirina Ermeniyan re 107 sal derbas dibin, lê hîn Tirkiyeyê komkujî îtiraf nekiriye û weke komkujî nabîne. Li seranserî cîhanê hata niha 31 welatan weke komkujî nas kiriye. Hinek ji wan welatan ev in. Arjantîn, Elmanya, Belçîqa, Fransa, Holenda, Qibris, Swêd, Swîsre, Îtalya, Kanada, Lubnan, Rûsya, Slovekya, Ûrûguanya, Yewnanîstan, Polonya, Venezuela û Şilî. Li Emerîka ji 50 eyaletî 36’ê wan ev komkûjî qebûlkirin.
Ji komkujiya Ermeniyan bo komkujiya Kurdan
Ne tenê Ermeniyan para xwe ji dagirkerî û êrişên dewlata Tirk a faşîst girtine. Bi salene Kurd jî ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin û hebûna wan tê înkar kirin. Bi salane hewl dide demograsiya herêmên Kurdan biguhere û Kurdan tine bike. Heta roja îro jî ev hewldanên wê berdewawm dike.
Her piştî şerê Çardêranê, êdî piştî Sefewiyan Osmaniyan dest bi komkujî û qirkirina l idijî Kurdan kir. Komkujiya Dêrsimê, Amed, çiyayê Agirî, Geliyê Zîlan, Robûskî û hwd ku têde bi hezaran Kurd hatin qetilkin pêk hatine.
Evên ku me qal kir tenê dilopek in ji sûcên dewleta Tirk ên derqanûnî li dijî gelên azadîxwz û aştîxwaz ên weke gelên Ermendî, Yewnanî, Kurd û Aşûrî pêk aniye.
Tevî ku li ser qirkirina Ermeniyan re 107 sal derbas bûn jî, hîn dewleta Tirk a faşîst bi heman zîhniyetê kar ji bo tinekirina gelê Kurd dike. Armanca Tirkiyeyê tinekirina tevahiya gelê Kurde. Lewma di yek demê de êrişî, Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê dike û hewlda dagirkirinê dide. Di nava 4 salên borî de, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Bi seden kes qetil kir. Niha jî li Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer û bejahî li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi heman armancê li dijî gerîlayên azadiyê dest bi êrişên berfireh kiriye.