NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Lêkolînê ya Komolgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê bi navê ‘Sûcê bê ceza’ raporek weşand.
Komîteya Lêkolînê Komolgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ragihand ku bi riya weşandina vê raporê hewl didin ku aliyê tarî û xerab ê hişmendiya mêrsalar li gel yasayê eşkere bikin û di heman demê de riya çareseriyê ji bo rewşa heye bibînin.
Li gorî rapora KJAR’ê li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê di nava sê salên borî de heta destpêka îsal wiha ye:
“Di sala 2019’an de 133 jinan dawî li jiyana xwe anîne û herî kêm jî 33 jin ji aliyê endamên malbatê û xizmên xwe ve hatine qetilkirin. 5 ji vane bi îdiaya namûsê hatine qetilkirin.
Di sala 2020’an de, li gorî rapora Tora Mafê Mirovan 94 jin li herêmên Rojhilatê Kurdistanê dawî li jiyana xwe anîne ku 33 kes ji vane temenê wan li jêr 18 saliyê de bûn. 18 jinên din ji aliyê endamekî malbatê weke bira, bav an hevjîn bi hînceta namûsê yan jî pirsgirêka civakî hatine qetilkirin.
Di sala 2021’an de, herî kêm 94 jinan dawî li jiyana xwe anîne ku ji vane 15 temenê wan li jêr 18 saliyê de ne. 18 jin bi hînceta nûmûsê hatine qetilkirin, 17 jin jî bi destê hevjînê xwe hatine qetilkirin. 3 jin jî ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve hatine qetilkirin.
Li gorî raporê di destpêka 2022’yan de 7 jin li Rojhilatê Kurdistanê bi hîncetên cuda hatine qetilkirin.”
Di dawiya raporê de wiha tê gotin: “Em weke KJAR’ê hewl didin ku riya çareseriyê ji bo rewşa xerab a jinên herêmên Rojhilatê Kurdistanê bibînin. Dixwazin hemû jinan perwerde bikin û peywendiyan li gel jinan bikin. Daxwazê ji jinan dikin ku peywendiyê bi me re bikin.