NAVENDA NÛÇEYAN
Keçek ciwan a ji herêma Botanê, ji gundê Êrkend ji dayik bûye. Gundê wan nêzî Çiyayê Herekolê ye. Gelê di wî gundî de dijîn hemû welatparêz in, ji gund û xaka welatê xwe hez dikin. Bi sedan şehîd jî ji wî gundî hene. Her çend mirov nikaribe wesfê wî gundî bide jî, lê di heman demê de welatparêziya wan li pêş e. Ji ber ku Botan cihekî xwe yê dîrokî heye. Bi çiyayên xwe yên bilind tê nasîn, weke Herekol, Pîro û Kato hwd…di aliyê cih û warê erdnîgarî de pir dewlemed e û mirov nikare hem dewlemendiya wê ya binerd û hem jî ya sererdê bîne ziman. Hevala Rengîn her dem ji me re qala gundê xwe û xweşikiya xwezaya wê derê dikir. Digot:
-Ez ji gundê Êrkend im. Gelo, hûn dizanin ez ji bo çi hatime nava şoreşê? Ez di temenekî ciwan de hatime nava rêxistinê. Di sala 1993’an de tevlî bûme. Dema ku em hatin, em du kes bûn û navê hevala ku bi min re hat Rûken e. Dema ku em hatin, em li hevalan digeriyan. Tenê me dizanî ku heval li herêma Besta û li ser çiyayê Herekolê dijîn. Me di wê demê de hevalê Xelîl û hevala Sozdar li wir dîtin. Dema em gihîştin wir, me xwest em tevlî refên gerîla bibin û rahêjin çekan. Lê belê, wan li me temaşe kirin û bi ken ji me re gotin:
-Hûn hîna ciwan in. Hîna pir zû ye ku em çekan bidin we.
Min kesereke pir kûr kişand û rondik ji çavên min bariyan. Min bersiva wan da û got:
Hûn nikarin pêşiya min bigirin!
Hevalê Xelîl bangî min kir û ji min re wiha got:
Hevala Rengîn, were rûne û ji me re bêje, ka tu ji bo çi hatî nava me û wekî din, ma tu me nas dikî?
Wê demê min bersiv da û ji hevalê Xelîl re got:
Heval, hûn dizanin ez ji gundê Îkend im. Ev gundê min e ji vir ve xuyaye û vaye ku hûn jî dibînin ku dijmin xera kiriye û êşên wê min pir kişandiye. Ez ê ji we re serpêhatiyeke xwe ya di gund de bêjim: Rojekê dema em zarokên gund hemû ji xwe re dileyîstin, gelê gundê me jî wê rojê hemû pir dilşad bûn. Her kesî/ê bi aramî karê xwe dikirin. Lê me nihêrt ku wesayîteke leşkerî ber bi gund ve tê. Hema hate nava gund û sekinî. Bi qêrîneke pir bilind bangî gundiyan kirin û gotin:
-Hûn dê ji gund derkevin beriya ku em we hemûyan bidin ber guleyan!
Em hemû kom bûn û zarokan xwe dan pişt dayîkên xwe. Leşkeran her bi qîreqîr bangî gundiyan dikir û digotin:
-Ger hûn ana ji gund dernekevin, emê we hemûyan bikujin!
Jinek ji nava gundiyan bang li leşker kir û got:
-Ma me çi kiriye ku hûn me ji gundên me derxînin?
Leşkeran bersiv dan û gotin:
-Tu çima bi vî zimanî diaxivî û bersivê didî me? Ger tu bi vî zimanî biaxivî, ezê te bidim ber guleyan!
Wê jinê jî bersiv da:
-Ma qey zimanekî me yê din heye ku ez bersivê bidim we? Ev zimanê bav û kalê me ye.
Di wê navberê de, kalekî qêriya û got:
-Ji bo Xwedê, min bikujin lê min ji gundê min dernexînin! Gelo, hûn van dehl û zeviyan dibînin? Ev hemû yên me ne! Xwedê ez li ser vê xakê dame û ezê li ser bimirim jî! Hûn vê goristanê dibînin? Hestiyên dê û bavê me li wir in. Bila hestiyên min jî biçe gel wan!
Lê, di dilê leşkeran de ti ûcdan tunebû. Qundaxên çekên xwe li wan pir û kalan dixistin û digotin:
-Em nizanin! Divê hûn ji vir derkevin.
Gule li derdora gel direşandin. Wê demê, agir berdan gundê me. Dema ku mirov li wî gelî temaşe dikir, hemû digiriyan û qêrîn û fîxana dayîk û zarokan bû. Dema her kes ji gund derket, çavên wan li pey wan, li gundê wan bû. Lê rehm qet nekete dilê wan neyaran, gundê me şewitandin û bi kenekî pir pîs digotin:
-Ev gundê Egîdan e û divê ku em bişewitînin ji bo ku tu Egîd ji vir dernekevin. Wê demê min û hevala Rûken got ku emê biçin û li hevalan bigerin. Ji ber ku me dizanî ku heval li van derdoran dijîn. Ji ber ku berê dihatin gundê me. Me hêdî hêdî xwe da pala Çiyayê Herekolê. Em hilkişiyan ber bi Çiyayê Herkolê ve. Dema dinya tarî bû, me xwe xist ber zinarekî . Me ji hev re got, ber destê sibê emê xwe bigihînin hevalan.
-Vaye, em hatin gel we heval! Em ji bo vê bûyerê tevlî bûne heval.
Hevalên keç li derdora me rûniştîbûn û li me guhdarî dikirin. Vê bûyerê tesîrek mezin li wan jî kiribû. Wê demê hevaleke li wir bû, ku temenê wê jî ciwan bû û navê wê Rojda bû. Bangî min kir û got:
-Hevala Rengîn, ha ji te re aveke sar vexwe û kesera dilê xwe berde.
Hevalê Xelîl û hevala Sozdar li me temaşe dikirin û nedizanîn ji me re çi bêjin.
Pişt re, di şexs û nûneriya wan hevalan de, em herdu heval tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn. Her hevalek li wê derê, ji parçeyekî welat bû. Ev ji bo min tiştekî nû bû, ji ber ku min gelek tiştan nas nedikir; bi taybetî, ji ber ku min rastiya bîrdoziya partiyê nas nedikir. Ez hêdî hêdî tevlî perwerdê dibûm, lê mixabin min xwendin û nivîsandin nedizanî, ji ber ku di gundê me de dibistan tunebûn. Ji ber vê yekê, hevalan di destpêkê de em fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kirin. Ez cara yekemîn fêrî xwendin û nivîsandinê dibûm. Xew nediket çavên min ji ber daxwaziya ku ez pirtûkên Rêber APO bixwînim. Ez gelek tiştan fêr bûm: perwerdeya siyasî, leşkerî û hwd…
Rojekê ji rojên ku em komek heval diçûn peywirê, em nêzî gundê me bûn; min bêhnekê li gundê xwe temaşe kir û rûniştim. Gelek tiştên ku li wir jiyîbûm, hatin bîra min. Wê demê hevalên bi min re dema ez wiha dîtim, ew jî bi wê dilhestiyariya min bandor bûn. Min pirtûkên Serokatiyê xwendibû, li ser dîroka Kurdistanê û welatparêziyê. Serokatiyê di wan pirtûkan de wiha digot:
“Xaka ku mirov li ser mezin bibe, wiha hêsan nîne ku mirov dev jê ber de. Azadî ji her tiştî buhatir e lê koletî, ketina herî mezin e.”
Xwezî ev hizir, beriya ku gundê me xera bibe, min zanîba. Minê karîba bi wêrekî xaka xwe parastiba, lê ezê ji niha û pê ve, bi çeka xwe û zanebûna ku Serokatî dide me, bi van hêviyên ku Serokatî dide me ezê bihêztir biparêzim.
Roj bi roj ez û hevalên xwe di nasîna bîrdoziya rêxistinê de pêş diketin. Ji ber ku hevalê Xelîl û Zozan hewldanên herî mezin didan ji bo ku em pêş bikevin. Her dem hevalê Xelîl ji min re digot:
-Tu ciwan î, lê mejiyê te ji temenê te mezintir e û tu pir zû pêş dikevî. Lê wê demê min ji hevalê Xelîl re digot:
-Ev cihê egîdan e, yê lehengan e, çiqasî ez bixebitim jî, ezê nikaribim xwedî li van nirxan derkevim.
Wê demê hevala Zozan jî ez ferî heskirina jiyanê dikirim. Bi taybet di vê mijarê de perwerde dida min, felsefa Serokatiyê û nêzîkatiyên Serokatiyê ji jinê re. Min carekê pirtûkeke Serokatiyê li ser jinê xwend. Min bi dilxweşiyeke herî mezin banî hevalên xwe kir. Min dixwest ez wan tiştên dixwînim û fêr dibim ji hevalên xwe re jî bêjim. Serokatiyê di wê pirtûkê de wiha digot:
-A ku civakê ava kiriye dayîk e, pêşiyê destan jî dayîkan bipêş xistiye. Ev hemû hunerên destan ên dayîkan in. Ya rastî jî, li gundê me jî karên destan pir hebûn: weke merşik, destar, teşî û hwd…
Wê demê heval hemû bi dilxweşî bi min re keniyan. Her roj ez fêrî tiştekî dibûm. Wê demê hevala Zozan ji min re digot:
-Hevala Rengîn, dema te Serokatiyê dît, tu dê bêhna azadiyê bikî.
Ez wê demê bi armanca ku ezê çawa xwe pêş bixînim, ketim nava xeyal û fikarên pir kûr. Piştî demekê, perwerdeya me xilas bû. Lê belê, her yek ji hevalên me yên li wê dewrê, çû cihekî. Ew veqetîna me her çiqas zehmet be jî, lê dîsa jî em zêde xemgîn nedibûn, ji ber ku hezkirina me ya ji hev re bi ruhê Apocîtiyê hatibû avakirin. Wekî din, min di wê dewrê de gelek hevalên nû jî nas kir.
Tiştê ku ez herî zêde kêfxweş kirim ew bû ku ez derbasî nava refên leşkerî bûm. Ev ji bo min kêfxweşiya herî mezin bû.
Lê, ferasetên pir paşverû yên li hemberî jinê jî, di wê demê de min di hinek kesan de dît. Tenê aliyê fîzîkî didan pêş û hevalên ku hinekî lawaz bûn, di plana paş de dihiştin. Cara yekem bû ku min zîhniyeteke bi vî rengî didît. Lê belê, ji ber ku me têkoşîneke pir mezin dikir, hezkirina di navbera me de dihişt ku ev tişt li ser me bandor neke û her wiha, têkoşîna me hîn dijwartir bibe.
Roj bi roj em diketin bin giraniya berpirsyariya wan nirxên ku Serokatî dida jinê. Ji bo vê, her kesî/ê ji me fêdakariya dihate xwestin, bicih dianî. Ji bo ku em di peywirên xwe de şaşîtiyan nekin, em pir bi baldarî dixebitîn. Em hevalên keç bi hemû hêza xwe tevlî xebatê dibûn, ger zêdeyî hêza me bûya jî, me liberxwe dida û em dixebitîn.
Ji ber ku min xwezaya wir nas dikir, min rêzaniyê dikir û min rê bi hevalan dida nasîn. Zehmetiya min dikişand, min wate nedida wan nêzîkatiyên ku ji aliyê hinek hevalan ve baş dihate kirin û ji aliyên hinekên din ve jî xerab dihate kirin. Mînak; hevalê Xelîl û Mahîr jî xurt bûn lê nêzîkatiyên wan ne weke yê Celalê Şirnexî bûn. Nêzîkatiya hevalê Xelîl û Mahir li hemberî jinê pirr rêzdar bû, ên mîna Celal jî pirr bê rêz û tewş bûn. Lê belê, me jî xwe nêzî hevalê Xelîl dikir, ji ber ku me di nêzîkatiyên wî de bîrdoziya Serokatiyê didît.
Di sala 1993’an de operasyonekê pirr giran li herêma Besta destpê kir. Em hevalên keç hemû ketin nava wê operasyonê. Hevala Rojda wê demê bi qehremaniyeke herî mezin tevlî kerwanên şehîdan bû. Em wê demê pir pê bandor bûn û hêrsa me ji bo zêdetir berxwedan û karkirinê jî pir pêşket. Piştî xwe vekişînê, em hemû li cihekî de sekinî bûn. Wê demê fermandara me hevala Sozdar ji bo ragihandinê çûbû ser telefonê. Di vegerê de, bi kêfxweşiyeke mezin ber bi me ve hat. Ez û hevala xwe Necah ber bi hevala Sozdar ve çûn. Wê demê Serokatiyê biryar dabû ku yekîneyên jinê bêne avakirin; lewma fermana vê yekê dabû. Bi giştî hevalên jin pir kêfxweş bûn. Lê em difikirîn ka emê çawa fermana ku Serokatiyê daye, bicih bînin.
Cara yekem bû yekîneyên serbixwe yên jin çêdibûn. Di nav yekîneyê de ez û hevala Necah ciwan bûn. Me kûrbûna rola jinê ya bingehîn a di şoreşê de û cîvakê de baş nedizanî. Wê demê hemû hevalên jin bi berpirsyariyeke herî mezin xwe didan kar. Û li rexa vê jî ferasetên paşverû ên feodalîzma gundîtiyê em tengav dikirin. Baş tê bîra min, hevalek navê xwe Menal bû, digot; ji bo ku em bigihîjin hedefa xwe û ji bo em wan projeyên Serokatî daniye pêşiya me pêk bînin, divê em kevir jî kun bikin da ku em di şer de serbikevin. Wê demê ê ku destek dida me, yên wekî Heval Xelîl û Heval Mahîr bûn. Ji ber ku ev her du heval girîngiya ku Serokatî dida jinê, fêm dikirin. Çiqas zehmet bû jî, ew yekîne tevahiya karê xwe dikirin. Em bi sêre xwe diçûn keşfê û dewriyê. Em serbixwe diketin şer û hwd… Me têkoşîneke herî mezin dida. Dema Serokatî lêhurbûnên xwe dikir, digot: “Ê ku şer dike, xweşîk dibe, yê xweşik dibe jê tê hezkirin.” Belê, hevala Rengîn ev pênase ji xwe re weke prensîbeke bingehîn didît û dilsozê wê dima. Her çiqas temenê xwe pir ciwan bû jî, lê bele xwediyê çalakiyeke mezin bû. Di ruhê kûraniya rihê xwe de hertim hesreta azadiyê dijiya. Ti tişt têra pênasekirina hezkirina wê ya ji welat re nedikir. Her wiha rihê wê yê fêdakar, ew ber bi têkoşîneke bêhempa ya tevlîbûna yekîneyê dikir. Her tim xeta bîrdoziya Serokatiyê diparast. Têkoşîneke herî mezin, li dijî paşverûtiyên di hundir de dikir. Û hezkirina wê ya ji jinê, bênîqaş bû. Ez dixwazim bîranînek wê bêjim. Carekê emê biçûna ser girek, şevekê pir tarî bû. Baran û bahoz pir hişk dibariyan. Hevala Rengîn rêzantiya me dikir. Wê demê Hevala Rengîn çûbû ser serê darê, ew dareke pir mezin bû. Hevalekê din a ciwan ku navê wê Rojda bû, bang li Hevala Rengîn kir, li gel min li hewayê ma. Û Heval Fîdan jî keniya got, em erdê nabinîn. Piştre Hevala Rengîn pir bi kenekê bilind got hûn dizanin em li ser serê daran e. Wê demê çawa Hevala Rengîn kêfxweşî dida me. Bi kenê xwe te digot qey stêrk roniya xwe dan ser me. Ji ber dijmin nêzîke me bû, ji lewra jî me nedikarî agir bikin. Baran pir li me kir, ji lewra jî em pir şil bubûn. Ji ber ku Hevala Rengîn çiyayî bû, pir zîrek bû, ji me re got hemû kefiyeyên xwe bigvêşin û sibe zû agirekê pir mezin kir. Ji ber ku gîhayê çolê nas dikir, ji me re anîbû û her wiha bi moralekê serpêhatiya xwe ji me re got. Ew şeva tarî ew rihê Hevala Rengîn bi min re dijî. Hevala Rengîn pir ji siwarbûna li hespê hez dikir.
Hevala Rengîn hê têra xwe tevlî çalakiyê nebûbû. Her çiqas nedixwestin Hevala Rengîn tevlî çalakiyê bibe jî, lê di sala 1994’an de li herêma Besta Tabûreke leşker jê re digotin Xerbikê Besta. Wê demê bi planeke pir mezin gotin em êrîş li ser vê tabûrê bikin. Her wiha bi lezgînî amedekariya xwe dikirin ku vê şevê êrîş li ser tabûrê bikin. Hevala Rengîn xwest ku ew jî tevlî bibe, lê di êrîşê de piştî şereke mezin û berxwedaniyeke herî mezin Hevala Rengîn, Ozgur û hevala Zozan tevlî kerwanê şehîdan bûn. Bi şehadeta Hevala Rengîn her kes bandor bû. Heta leşker jî dema çûbûn ser cenazeyê wê, ew jî pir di bin bandore de mabûn.
Belê Hevala Rengîn, ew rihê te û hêviya te ya mezin û hezkirina te ji jiyanê û temenê te yê ciwan te pir zû ji nava me bir. Lê belê ew rihê te yê mezin tevlî yekîneyan dikir. Îro jî di nav me de mezin bûya, ku te dîtibûna tû yê bêhtir kêfxweş bibûya. Rûmeta we ya herî mezin ya bi xwîna mezin a jinên azad, gihîştiye we li hemberî vê hûn dê her tim di rihê me de bijîn. Hûn ti car nayên jibîrkirin. Heta em bijîn, em ê têkoşîna we bidomînin. Ew hezkirina te ya ji Serokatî û gel, hevalan û jinê, dê her tim di bîra me de be û tu car dê neyê jibîrkirin.
Ji pênûsa Neçbîr Xebat