BEHDÎNAN – Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji 17’ê Nîsana 2021’ê ve li Zapê û gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî bêhempa li ber xwe didin û bi çalakiyan bersivê didin. Yek ji van çalakiyan jî di şeva 27’ê Gulana 2022’an hate lidarxistin.
Saet di 01:00 de li qada berxwedanê ya Girê FM ku li rojavayê herêma Zapê ye, dagirker bi çalakiya koordîneyî ya gerîla tarûmar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê du roj piştî çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku di vê çalakiyê de ku çekên ferdî hate lidarxistin yek jê bi paye 12 dagirker hatin cezakirin.
Çalakî bi pêşengiya Fermandara YJA Starê Nalîn Firat (Maşallah Kaynak) hate lidarxistin ku bi fedakarî û wêrekiyeke mezin hate kirin. Nalîn Firat ku sala 2015’an li dijî êrişên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan ji Cizîrê tevlî refên gerîla bû, di vê çalakiyê de şehîd bû.
‘JI BO FÊHM BIKIN MIN BI TIRKÎ GOT’
Roja ku çalakî hate lidarxistin, şerê giran ê li qada berxwedanê ya Girê FM û teqandina fîşekên ronîkirinê ku leşkerên Tirk ji tirsa ew fîşek teqandin, dîmenên wan bi kamerayê hatin kişandin. Yekîneya gerîla jî bi rêya cîhaza ragihandinê li ser çalakiyê agahî da hêzên din ên gerîla.
Gerîlayeke YJA Starê bi cîhaza ragihandinê qala çalakiyê kir û got, “Hûn zanin ku di dema çalakiyê de me çi got? Me got, ‘Ev der Kurdistan e, ketin dibe lê derketin nabe’. Di dewama axaftinê de ku coş û morala mezin a yekîneya çalakiyê eşkere dibû, gerîlayeke din jî ev pirs kir, “Ji bo fêhm bikin te bi Tirkî got?” Heman gerîlayê got, “Erê, erê min bi Tirkî got ku fêhm bikin.”