NAVENDA NÛÇEYAN
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
“Çi civakek xwe weke hêza mejî, çand û aqil zêde xurt kiribe ewqas xwe ji azadiyê re amade kiriye. Dîsa civakekê xwe ji mejî, aqil û nirxên çandî çiqasî mehrûm kiribe yan jî mehrûm hatibe hiştin, ewqasî di nava koletiyê de ye.”
Gelo gerdûn li pey azadiyê ye?
“Ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê mîna ku azadî be. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye. Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re heye. Eger mirov dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnîşan dikim. Rohnî rewşeke enerjiyê ye. Bi awayekî azad herikîna rohniyê ma kes dikare înkar bike?”.
‘Azadî derketina ji cehaletê’
“Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê? Li ber xwendina bilbil senfonî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê bi mirov nadin fikirandin? Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Fîlozofên hûrûkûr ponijîne, mînak Spînoza azadî derketina ji cehaletê û weke hêza maneyê şîrove kiriye, ma ev heman mabestê rave nake? Bi awayekî dijwar lêgerîn û şopgeriya min a ji bo maneya azadiyê ma kes dikare ji nedîtî ve bê?”.
“Qadên mejî yên zêde pêşketî qadên ji azadiyê re nazik in. Çi civakek xwe weke hêza mejî, çand û aqil zêde xurt kiribe ewqas xwe ji azadiyê re amade kiriye. Gotineke bi vî rengî di cih de ye. Dîsa civakekê xwe ji mejî, aqil û nirxên çandî çiqasî mehrûm kiribe yan jî mehrûm hatibe hiştin, ewqasî di nava koletiyê de ye. Ev jî vegotineke rast û di cih de ye.”
‘Şaristaniya navendî civakê ji azadiyê mehrûm dike’
“Sîstematîka şaristaniya navendî, heta civakê gav bi gav ji azadiyê mehrûm neke û negihîne asta civaka bûye kerî, nikare xwe dewam bike, nikare hebûna xwe biparêze. Ev jî zêdetir feqîrî û kerîtî ye.”
‘Ji pere zêdetir, serwextbûn nêzî azadiyê ye’
“Guftûgoyeke ji rêûresmê heye, tê gotin; gelo zêdetir pere yan jî serwextbûn azadiyê pêk tîne. Pere heta weke amûrekî daneheva sermayeyê ango bi rola desteserkerê berhem û nirxê zêde rabe wê timî amûrekî koletiyê be. Ji ber ku pere ji bo xwediyê xwe jî bang li tevkujiyan dike di warê azadiyê de amûreke bawerî pê nabe û kes nikare pişta xwe pê girê bide tê gotin, serwextbûn her tim zêdetir nêzî azadiyê ye. Serwextbûn li ser rastiyê, her tim pêşî li azadiyê vedike. Ji ber vê yekê ye ku serwextbûn weke herikîna timî ya enerjiyê tê terîfkirin.”