NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir li ser Malpera xwe ya fermî çalakiyên ku li dijî dagirkeran li darxistine, bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Zarokên Agir di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser bê edaletiya heyî û gotin; “Heya ku gel û welatek di bin dagirkerî û mêtîngeriyê de be, bila li benda edaletê nemîne.”
Her wiha Zarokên Agir di daxuyaniyê de dest nîşankirin ku ew dewleta Tirk weke bira lê mêze nakin û ew ji wan tiştekî naxwazin û gotin; “Em wek Kurd ji dagirkeriya Tirk mafê xwe daxwaz nakin, bi çavê dost-bira li wan mêze nakin. Emê mafê xwe bi agirê pêngava ‘Çokdanînê’ bigrin. Emê li çiya, deşt û bajaran hesabê zilma ku tê kirin bipirsin.”
Derbarê çalakiyên ku hatine kirin de ev agahî hatin dayîn;
31.05.2022 Li Bursa navçeya Osmangazî bînayek 110 salî ya dîrokî ku li Sûka dîrokî û Qada Hanlar.
04.06.2022 Li Hatay navçeya Antakya 2 midibusên bi plakaya 31 AEZ û 33 PB 452 û kamyoneta bi plakaya 31 AFZ 923 ku ayîdî Şaredariyê ye.
01.06.2022 Li Stenbol Ûmraniye di otopark da 9 erebe ye ku ayîdî faşîstan.
06.2022 Li Îzmîr navçeya Gûzelbaxçe erebeyek ayîdî şaxsekî AKP’yî hatin şewitandin.